Li Îtalyayê 10 saliya Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Li bajarên Îtalya 10 saliya Şoreşa Rojava bi coş hate pîrozkirin.

Li bajarê Parma, Mantova, Mîlano, Bolzano, Napolî, Catanîa, Palermo û Bolognaya yên Îtalyayê 10 saliya Şoreşa Rojava bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de pankarta “Şoreşa Rojava biparêz e“, alên YPG, YPJ û PKK’ê hatin hildan.

Li bajarê Montova û Bolognayê jî di çaroçveya pîrozbahiyan de filmê “Ji bo Azadiyê“ hate pêşandan. Bi sedan welatiyên Îtalî tev li pîrozbahiyê bûn û eleqeyek mezin nîşan dan.

Di pîrozbahiyan de daxuyaniyên li ser bingehê parastina Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin kirin.

Her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Kurdistanê û komkujiya îro li Zaxoyê bi hêrsek mezin hate şermezarkirin û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re hate dayîn.

Pîrozbahî bi muzîka Kurdî bi dawî bû.