Li Îtalya amadekariyên çalakiyên 15’ê Sibatê

Li Îtalyayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî û di çarçoveya pêngava azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bajar bi wêneyan hate xemilandin.

Li bajarên Îtalyayê, amadekariyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ya 23 salan û pêngava "Dem hatiye" daxwaza azadiya wî li bajarên Îtalyayê tên kirin.

Bi wesîleya rojê, li gelek bajarên Îtalyayê ji bo çalakiyên meş û mîtîngên girseyî, civînên agahdarkirina gel û hevdîtinên bi gelek saziyên sivîl re hatin plankirin, li kolan û cihên navendî yên Mîlanoyê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Parlamentera HDP'ê ya berê Sîbel Yîgîtalp û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli wê ji 4'ê Sibatê heta 9’ê Sibatê li Mîlano, Cenova, Firenza, Torino, Parma û Bologna'yê beşdarî civînên gel bibin. Wê di 12’ê Sibatê de jî l Mîlanoyê meş û mîtîngên girseyî bên lidarxistin.