Li Îngilistanê gel ji bo dengdanê diçin ser sindoqan
Li Îngilistanê kar û xebatên dengdayînê li bajarên London, Manchester, Leîcester û Edînbûrghê dest pê kir. Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê bang li gel kir ku biçe ser sindoqan.
Li Îngilistanê kar û xebatên dengdayînê li bajarên London, Manchester, Leîcester û Edînbûrghê dest pê kir. Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê bang li gel kir ku biçe ser sindoqan.
Li bajarên London, Manchester, Leîcester ên Îngilistanê û bajarê Edînbûrgh ê Îskoçyayê bi deh hezaran hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê çûn ser sindoqan. Li London 1 Old Bîlîngsgate Walkê sindoq hatin danîn. Kar û xebatên deng dayînê di saet 09.00’an de destpê kir. Xelkê eleqeyek zêde nîşanî kar û xebatên hilbijartinê da.
Koordînasyona Hilbijartinê ku piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk, bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Li 14 navendên Londonê xelk diçe ser sindoqan.
Li Îngilistanê bi xebatên zêde ya Koordînasyon Hilbijartinê ya Îngilistanê qeydên hilbijêran li gel hejmara hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên bajêr, gihişt 127 hezar û 281 kesan.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê wiha got: “Îsal wê zêdeyî sedî 50’ê van hilbijêran bibin qada hilbijartinê û armanca me ye ku Partiya Çepên Kesk bi rêjeya ji zêdeyî sedî 50’ê deng bistîne.
‘EM BANG LI HEMÛ GELÊ XWE DIKIN KU DENGÊ XWE BIDIN’
Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê ji ajansa me re axivî û got: “Tevlîbûna van hilbijartinan wezîfe û berpirsyarî ye. Lewma em bang li hemû gelê xwe dikin ku di van hilbijartinan de wezîfeya xwe pêk bînin û dengê xwe bidin.”
Hevserokê Federasyona Elewiyan a Îngilistanê Muslum Dalkiliç jî diyar kir ku ew di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û ev bang kir: “Ji bo azadî û demokrasiyê em dengên xwe bi kar bînin.”
‘VEGUHERÎ BERPIRSYARIYA WIJDANÎ Û EXLAQÎ’
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Ercan Akbal jî bang li Kurdistaniyên ku li Îngilistanê dijîn kir ku dengê xwe bidin û got: “9 roj li pêşiya me mane. Lê dengdayîn veguherî berpirsyariya wijdanî û exlaqî. Teqez divê em dengê xwe bidin.”
Yek ji çavdêrên Partiya Çepên Kesk Evrem Yaşar jî got, “Em sindoqên xwe diparêzin û baldariya pêwîst nîşan didin. Yek deng yek deng e û pir bi nirx e. Em dengê xwe yê azadî û nasnameya xwe ya li dijî dîktatoriya heyî baş binirxînin û qîmeta dengê xwe zanibin. Em xwedî li dengê xwe derdikevin hûn jî xwedî derkevin.”
Hilbijêrê Kurd ê bi navê Metîn Yagmur jî got, “Min îro li dijî faşîzmê dengê xwe da. Ez bang li gelê me dikim ku li dijî vê dîktatoriyê dengê xwe bilind bikin."
SAET Û CIHÊN DENGDANÊ
Dîrok, dem û cîhên dengdanê ya li Brîtanyayê wiha ye:
Di navbera 29'ê Nîsanê û 7'ê Gulanê de li Londonê dengdan wê sibehê saet di 09:00 û êvarê saet 21:00'an de pêk were. Wê îsal sindoqên dengdanê li salona bi navê Old Billingstate bin. Navnîşana salonê jî wiha ye: "1 Old Billingsgate Walk/London EC3R 6DX." Komîsyona Hilbijartinê dê 9 rojan gel bêpere bibin herêmên ku lê dengê xwe bidin. Li Londonê 9 rojan otobus û mînîbus ji 12 nuqteyên ku di nav wan de Kirkisrakê, Demîrciyê, Nurhakî, Federasyona Elewiyên Brîtanya, Navenda Civaka Kurd, Gik-Der, YÇKM, Day-Mer, Dersim-Der, Navenda Çandê ya Tohum heyî dê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk bibin ser sindoqan.
Dîrokên dengdanê li Skoçyayê dê di navbera 29’ê Nîsanê û 7ê Gulanê de pêk werin. Sindoqên dengdanê wê li Serkonsolosxaneya Edînbûrgê ya Tirkiyeyê bên danîn. Dengdan dê di heman rojan de li Serkonsolosxaneya Brîtanya ya Manchesterê were kirin. Li Leicesterê, dê di navbera 29’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê de li Klûba Rugby ya Tigers deng werin bikaranîn.