Le Poîntê ji bo Erdogan got qirker
Kovara Le Poîntê ya Fransayê êrîşên dagirker ên li ser Kurdan kir berga hejmara xwe ya 24’ê Cotmehê.
Kovara Le Poîntê ya Fransayê êrîşên dagirker ên li ser Kurdan kir berga hejmara xwe ya 24’ê Cotmehê.
Di berga kovarê de wêneyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan tevî sernavê “Metoda Erdoganê qirker, paqijiya etnîk’ hate bicihkirin.
Kovarê pirsî ‘Ma em ê dsstûrê bidin ku bila Kurdan qetil bike û gefan li Ewropayê bixwe?’ û di 15 rûpelan de qala qirkirin û qetlîama li ser Kurdan kir.
Di sernavê de ‘Erdoganê qirker’ de tê diyarkirin ku welatên Rojava Kurd terikandine û derketiye holê Kurd careke din ‘dîlên dîrokê’ ne.