Kurdistaniyan li Kopenhagê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin

Komek Kurdistaniyên ku li paytexta Danîmarkayê hatin ba hev, bi daxuyaniyek a çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Kurdistaniyan li Kopenhagê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Îro saet di 14:00’an de komek çalakvan li navenda bajarê Kopenhagê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûr protesto kirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna şoreşê yên Kurdistanê û cîhanê, daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên bi drone û çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst ên bi ser Rojava û sivîl û gerîlayên li Başûrê Kurdistanê de hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Bijî HPG” û “Bijî YPG” hatin berzkirin.