Kurdên li Stockholmê êrîşên dewleta Tirk a qirker şermezarkirin!

Kurdistaniyên li Stockholmê ji bo şermezarkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk a qirker û dagirker ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Şengal û Rojava li meydana Sergelstorget çalakiyek protestoyî lidar xistin.

Bi pêşegtiya Meclîsa jinan a Amara, NCDK-Stockholm û her wiha rêxistina jinên Rojhilatê Kurdistanê Ronak pêk hat, danê êvarê saet 16:00'an Kurdistanî û dostên wan li navenda bajarê Stockholmê hatin gel hev, dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Erdogan dikuje”, YE bêdenge” û “DAÎŞ û Erdogan heman tiştin” berzkirin. Her wiha pankartên mezin ku li ser kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatibû nîşandan, vekirin. Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Yîgît li ser navê çalakgeran daxuyaniya bi zimanê Swêdî xwend. Di dema xwendina daxuyaniyê de bê navber dirûşme hatin berzkirin.

Nivîskar û Helbestvan Kamuran Simo Hedilî ku tevlê çalakiyê bibû êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, “Bi têkçûna plana wan a qirêj ya li Hesekê, xwestin bi balefiran çavê gelê Kurd bitirsînin û moralê gelê me xirab bikin. Ji ber ku serketina Kurdan a li hember DAÎŞ’ê tehemul nekirin û êdî tevahî cîhan dizane ku DAÎŞ Tirkiye bi xwe ye, Receb Tayîp Erdogan bi xwe ye. Em bang li hêla xiyanetkar jî dikin û dibêjin hûnê bi ser nekevin.”

Nivîskar Hesenê Alê jî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk anî ziman û wiha nêrînê xwe diyar kir, “Ma hûne kengî ji xwîna Kudan têr bibin, heger îro Kurd ranebin ser piyan, ma wê kengî rabibin. Lazime her kesek ku ji xwe re dibêje ez Kurdim, pêwîste xwedî helwest be.”

Çalakvanekî din ê bi navê Ezîz ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye êriş şermezar kir û got, “Em her cûre êrîşên ku li ser gelê Kurd tên kirin, şermezar dikin û emê her tim li dijî faşîzma Edogan bin.”

Endama Komîsyona Jinan a KNK'ê Emîne Rad jî bal kişande ser dijminatiya li hemberî gelê Kurd tê kirin û ragihand; “Ev dijminatiya ku li hember gelê Kurd tê kirin, diyare bi plane. Em wan êrîşên ku li ser her derê Kurdistanê tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Bang li tevahî Kurdên azadîxwaz û niştîmanperwer dikin ku li hember wan êrîşên hovanê bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.”

Çalakiya ku rexmî hewaya sar a zivistanî hatibû lidarxistin bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre faşîzm”, “DAÎŞ û Erdogan heman tişte”, “Silav li berxwedana gelê Kurd” û “Destê xwe ji xwîna gelê Kurd vekişînin” bidawî bû.