Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê daketin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê daketin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê rabin û bala raya giştî ya navneteweyî bikişîne ser mijarê li gelek bajaran daketin qadan.
BASEL
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk ên doh bi şev bi lezgînî daketin qadan. Girseya gel li ber strasyona trenê ya navendî li hev civiya û demeke dirêj li vê derê li dijî êrişên dewleta Tirk dirûşm qîriyan. Di çalakiyê de belavoka KCDK-E'yê ya li dijî êrişan bi Elmanî hate xwendin. Kurdistanî wê îro jî li Baselê bi rengekî girseyî dakevin qadan û êrişên komkujiyan şermezar bikin.
AARAÛ
Li bajarekî din ê Swîsreyê li Aaraû jî Kurdistanî li pêşiya strasyona trenê ya navendî saet di 23:00 de li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de êrişên hewayî hatin şermezarkirin. Ji bo mîtînga îro ya li heman bajarî banga tevlîbûnê hate kirin.
Li Swîsreyê bernameya îro ya çalakiyan wiha ye:
Zurîch: 14.00 Rathaus
Bern: 17.30 Bahnhofplatz
Lozan: 17.30 li pêşiya dêra St. Laurentê
Luzern: 17.30 Jesuitenplatz
Biel: 18.00 Bahnhofplatz
Solothurn: 18.00 Bahnhofplatz
Cenevre: 13.00 li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî
TOULOUSE
Êrişên hevdemî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê hate şermezarkirin. Girseya gel piştî deqeyeke rêzgirtinê meşek lidar xist.
KOPENHAGEN
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi banga çalakiyan herikîn pêşiya strasyona navendî ya bajêr.
BORDEAUX
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ciwan li qada Cenon Palmer li hev civiyan û rê li trafîkê girtin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemberî destwerdana polîsan meşa xwe dewam kirin. Ciwanan bi Fransî dirûşmên "Bimire zîhniyeta dewleta Tirk" û "Kujer Erdogan" qîriyan. Di dawiya meşa ku 40 deqeyî dewam kir daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê van êrişan ti carî bêbersiv nehêlin."
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoyên Drancy û Evry li hev civiyan û li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê, Mexmûr û Şengalê rabûn. Li banliyoya Drancy meşê saet di 23:00 de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û pankarta bi nivîsa "Em ê nehêlin ku Erdogan Rojava dagir bike" hate hildan. Ciwan bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk a qirker û dagirker heta ber Şaredariya Drancy meşiyan. Li banliyoya Evry jî ciwanan şervanên li Hesekê şehîd bûn bi bîr anîn û bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê hesabê komkujiyan bê pirsîn. Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN li hev civiyan û li dijî êrişên li ser Dêrik, Şengal û Mexmûrê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Ciwan li strasyona trenê ya navendî li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Tirkiye ya faşîst destê xwe ji ser Mexmûr, Şengal û Rojava bikişîne" hildan. Tim û tim dirûşmên bi Fransî "Kujer Erdogan", "Bimire dewleta Tirk" hatin qîrîn.
FREIBURG
Kurd û dostên wan ên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo rabûna li ber êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava daketin qadan.
BRUKSEL
NAV-BEL'ê bang li Kurdistaniyên li Belçîkayê kir ku bi lezgînî dakevin qadan û saet di 15:00 de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Brukselê bicivin.
Cihê çalakiyan wiha ye:
Rue Montyer 40
1000 Bruksel