Kurdên li Ewropayê bi şîara ‘Rojava biparêz e‘ daketin qadan

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn bi şîara ‘Rojava biparêz e‘ li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û xwestin ku qada hewayî ya herêmê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin.

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn bi şîara ‘Rojava biparêz e‘ daketin qadan û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin.

MANTES LA JOLIE

Li herêma Mantes la jolîe yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê, ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin. Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DTKM) a Mantes la jolîe, li ber avahiya Operayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Her wiha belavokên bi zimanê Fransî hatîn nivîsandin, xwendin û belavkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat destnîşankirin ku tecrîda bi salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, bêdengiya raya giştî, YE, CPT û OPCW a li hemberî êrîşên li ser sivîlên li Rojava û bikaranîna çekêm kîmyewî ya li hemberî herêmên gerîla nayên qebûlkirin û hat diyarkirin ku divê hemû Kurdistaniyên welatparêz bi ruhê seferberiyê ji têkoşîna gerîlayên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê bi îradeyeke bêhempa li dijî êrîşên dijwar li ber xwe didin re, bibin bersiv.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava, meşek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan ên li Dusseldorf û bajarên derdora wê dijîn, tev li meşa ku ji aliyê Federasyona Med û Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Ren Westfalya ve hat organîzekirin, bûn.

Di çalakiyê de daxwaz û bertekên bingehîn, bi pankartan anîn ziman. Kurdistaniyan, pankartên ku li ser “dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û Yekîtiya Ewropa (YE) Kurdan qetil dike”, “Bila qada hewayî ya Rojava bê girtin” û “Şerê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan bidin sekinandin” nivîsandî, hatin hilgirtin.

Meş li ber DGB Haûsê dest pê kir û 3 km dewam kir. Di meşê de Hevserokê KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivî û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze Rojava dagir bike. Dixwaze tola Kobanê hilîne. Lê divê bizane ku şoreşgerên gelê Kurd destûra vê yekê nadin.”

Di axaftinên li ser navê Komîteya Amadekirina Meşê hatîn kirin de jî, hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker her roj li Rojava sivîlan qetil dike.

Kurdistaniyên ku tevahiya meşê al hilgirtin jî, bertekên xwe bi dirûşme û axaftinan diyar kirin. Kurdistaniyan wiha got: “Dewleta Tirk xaka Rojava dagir dike. Bê navber sînoran bin pê dike. Çekên qedexekirî li dijî gel bi kar tîne. Divê erka her Kurdistaniyekî be ku vê dewletê teşhîr bike.”

Kurdistaniyan di tevahiya meşê de bi belavok, axaftin û dirûşmeyan daxwaz û berketên xwe anîn ziman.

FREÎBÛRG

Li bajarên Freîbûrg a Elmanyayê li ser banga hevpar a DTKM û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi sedan Kurdistanî hatin ba hev û ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeya “Rojava biparêze” li qadan bûn.

Mîtîng ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Freîbûrê Mewal Mihemmed mafê axaftinê girt û wiha got: “Serokomarê Tirk Erdogan, ev bi mehan e li ser herêmên xweser ên Rojava êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin. Rojava bi salan e li pêş çavê cîhanê, rastî êrîşên ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî tê, bi bikaranîna balafirên bêmirov û çekên giran, li ser herêmê gelek caran êrîşên derqanûnî da destpêkirin. Gelek herêm hîna di bin dagirkeriya Tirk de ne. Armanca dewleta Tirk, bi piştgiriya Rûsya û Îranê dagirkirina tevahiya Rojava ye û bike ku terka cih û warê xwe bike û herêmê bê îstikrar bike. Em Kurdên ku li Ewropa dijîn, ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin sekinandin, em daxwaz dikin ku qada hewayî ya Rojava bê girtin.”

ZURÎH

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li dijî qetilam û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin ba hev mîtîng li dar xistin.

Di daxuyaniya li ser navê saziyan hat dayîn de, peyama “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo nasname, çand, bawerî, ax û xwezaya xwe û jin û zarokan bi ya gelê din re bikin yek û bi hevparî têbikoşin’ hat dayîn.

Bi banga Yekîtiya Suryanên Ewropayê (ESU) û PYD’ê, Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Komîteya Rojava ya Zurîhê jî di nav de, gelek nûnerên saziyên demokratîk, li ber Balyozxaneya Tirk hatin ba hev.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên di erîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li ser navê saziyan metinê hevpar ê çapemeniyê yê bi Elmanî hat xwendin.

Bi pişt re nûnerê ESU yê Swîsreyê Lûkas Sagûr, îşaret bi qetilkirina xelkê sivîl di êrîşên dagirkeriyê de kir û behsa geşepêdanên rojane kir.

Sagûr, got ku dewletên Ewropayê yên di şerê serweriyê yê di ser Ûkraynayê re berdewam e de polîtîkayên xwe  bi durûtî datînin holê û wiha li axaftina xwe dewam kir: “Mesele ku dibe dibe gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî yên li Mezopotamyayê, ev dewlet xwe ker dikin û xwe li nedîtinê datînin. Em wek gelên herêmê, em ê bi hemû gel û baweriyan re jiyana hevpar a niha heye ji nû ve bi rêxistin bikin û li ber van êrîşan rabin.“

Nûnerê PYD’a Swîsreyê Sekvan Rojava, ji ber organîze kirina çalakiyê spasiya Yekîtiya Suryanan kir û ev tişt gotin: “Em Kurdên Rojavayî, dixwazin ku gelên herêmê bi çand û zimanê xwe bi hev re bijîn. Pergala niha li herêmê tê avakirin jî li ser jiyana bi hev re ya gelan e. Sedemeke êrîşên bi ser herêmê de jî bi armanca rakirina ji holê ya qada jiyanê ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan a bi Şoreşa Rojava hatiye avakirin e. Em ê li her derê li parastina jiyana hevpar dewam bikin û rê nedin van êrîşan.“ 

Nûnera Yekîtiya Jinên Suryan Hulya Gabriel a banga piştevaniya bi gelên herêmê re li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê, li dijî pergala demokratîk in ku pêşbîniya jiyana bi hev re ya gelê Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ên li Sûriyeyê dike. Ji bo em terka welatê xwe bikin, birevin Ewropayê gefan li gelê me dixwin. Em wek jinên Suryan, li teşhîrkirina gefên dewleta Tirk ên bi ser nasname, axa û xwezaya em di nav de dijîn, dewam dikin. Em wek ESU, piştgiriya berxwedana gelan û ya mafên wekhev dikin. Lewma em ê li ber êrîşan li ber xwe bidin û li dijî gefan em ê li parastina gelê xwe û gelên din dewam bikin.“ 

Herî dawî Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş mafê axadtinê girt. Kardaş destnîşan kir ku li Mezopotamya, Kurdistan û bi taybetî îro li Rojava ew wek gelê Kurd bêyî ku bêzar bibin li ber xwe didin û li berxwedana xwe dewam dikin. Kardaş bi domdarî wiha axivî: “Suryan, Êzidî, Ereb, Ermen û gelek nasname û baweriyên cuda li Rojava bi hev re dijîn û parastina axa xwe dikin. Êrîş çiqas dijwar bibin jî wê paradîgmaya jiyana demokratîk Rêbertiya me ya li ser hevparbûyîna gelan heq ji êrîşên we bê der. Di dawiyê de wê gelên me yên bi azadî bi hev re wê bi ser bikevin. Wê Şoreşa Rojava û felsefeya azadiyê ya sedsala 21’î ya Rêbertiya me bi ser bikevin.“

Çalakiya bi daxuyaniya hevpar a li ser navê saziyan dewam kir, bi berzkirina dirûşmên ji bo piştevaniya gelan li dijî êrîşên dagirkerî û qetilamê yên dewleta Tirk bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Bi organîzekirina Komîteya Rojava li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li ber Eurogaleriayê bi rêzgirgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Komîteya Rojava Dexil Rojava axaftinek kir. Dexil Rojava diyar kir ku dewleta Tirk, bi piştgiriya NATO û Rûsyayê êrîşeke mezin dibe bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û îşaret bi wê yekê kir ku ne dibêje zarok, ne dibêje jin, kal û pîr xelkê sivîl dike hedef. Dexîl Rojava anî ziman ku dewleta Tirk bûye dewleta mafyayê. Piştî axaftina Dexil Rojava, Ekrem Yavûz ê bavê gerîlayê helbestkar Vasfî Yavûz ê bi salan zindanan de maye û 23 sal berê ji nexweşiyê şehîd bûye mafê axaftinê girt. Yavûz bang kir ku mirov ji berê bêhtir li dora şervanên li ber xwe didin bibe xelek. 

Mîtîng, piştî berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî Serok Apo“, “Erdoganê dîktator“ û “Erdoganê kujer“ bi dawî bû.