Li bajarên Hannover, Kiel, Stûttgart, Darmstadt û Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê, Kurdistanî daketin qadan û di serî de êrîşên li ser Kobanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan protestokirin.
BERLÎN
Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan Dest-Dan û nûneriya PYD’ê ya Berlînê, li Alexanderplatzê hatin ba hev, heta bi Balyozxaneya Rûs a li Tora Brandenburgerê meşiyan.
Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekariya Meşê, daxuyaniya “Li dijî dagirkirina Kurdistanê ya Tirkiyeyê parastina Rojava bike“ hat dayîn. Di daxuyaniya bi Elmanî hat dayîn de bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk wek “sosret“ hat pênasekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berteka civaka navneteweyî li dijî şerê Tirkiyeyê yê li Kurdistanê, tevî ewqas şert û mervan bi dehan sal in nîn e. Lê hikûmeta Tirk di vî şerî de ne bi tena serê xwe ye. Ji aliyê leşkerî ve girêdayê NATO’yê û bi aborî jî bi taybetî girêdayê Elmanyayê ye. Çalakiyên mezin ên leşkerî bi hevpeymanên xwe re koordîne dike. Ev di heman demê de tê wateya bandora hikûmeta Elman a li ser Enqereyê. Em dizanin ku em heta zexteke baş li hikûmeta Elman nekin ew ê helwesta xwe zelal neke. Hikûmeta Elman, bi polîtîkaya razîkirina rejîma Erdogan, ji zû de ye ku piştgiriya bi pasîfî ya şerê Tirkiye yê li Kurdistanê dike.“
Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Elman jî hat kirin û îşaret bi peymana ji bo çekan a hikûmeta Elman bi rejîma Erdogan re hat kirin û hat xwestin ku dawî li sewq kirina çekan ji bo Tirkiyeyê bê anîn.
Di daxuyaniyê de li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ev bang hat kirin: “Li dijî faşîzma Tirk û hevkarên îslamîst bi têkoşînê piştevaniyê bikin. Derkevin kuçeyan, tora xwe çêbikin û xwe bi rêxistin bikin, zextan lê bikin.“
Piştî daxuyaniyê, bi dirîşmên “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî berxwedana QSD’ê“, “Bijî Berxwedana YPG’ê“, “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“’ heta ber Balyozxaneya Rûs a li Tor a Brandenburgerê meş hat kirin.
Di meşê de pankartên li ser “Berxwedana Kobanê parastina mirovahiyê ye“, “Berlîn Kobanê ye“, “Defend Kurdistan gelen die türkische Besatzung“ hatin hilgirtin.
Her wiha aktîvîstan di meşê de li dijî qedexeya PKK’ê îmze berhev kirin.
HANNOVER
Kurd û dostên wan li ber Haûptbahnbof Hannoverê hatin ba hev û ji bo prostestokirina êrîşên li ser Rojava mîtîng û meş li dar xistin.
Di mîtinga ku piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, li ser navê Dîe Lînke Manûela Mast axivî û wiha got: “Divê em li dijî vê êrîşa nemerdane ya li ser Rojava, bibin yek deng. Em, destûr nedin ku dîktator bi hejandina destê xwe, her tiştê bike. Bêdeng bûn, hevkariya sûc e. Bêdengî dikuje, êdî vê yekê bibînin. Divê hemû partî û rêxistin bibin yek û bertekên xwe deynin holê. Îro roja yekîtiyê ye. Her kesê ku dibêje ez mirov im, neçar e ku xwedî li Rojava derbikeve.
Mîtîng, heta saet 20.00’ê dewam kir û piştre bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” meş hat lidarxistin.
KÎEL
Li ber îstasyona trenê ya navenda Kîelê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava, çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Kîel û derdora wê, Komeleya Elewî ya Kîelê, Jiyana Jin a Kîelê, Kîel Antîfa, Defend Kurdistan û dostên Kurdan ên Elman tev li çalakiya ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve hat lidarxistin, bûn.
Di daxuyaniya ku bi zimanê Kurdî û Elmanî hat dayîn de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û herêmên gerîla hatin şermezarkirin. Hat diyarkirin ku êrîş bi çekên kîmyewî û pêkanînên dermirovî tên kirin û hat bilêvkirin ku NY û YE bi bêdengiya xwe di qetilkirina Kurdan de rol dilîzin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji aliyê Însiyatîfa Defend Rojava ve, bi şiara “Rojava biparêze”, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi lidarxistina mîtîngê hat şermezarkirin. Di belavokên ku bi zimanê Elmanî hatin xwendin de, bal kişandin li ser êrîşên li ser Rojava.
Çalakgeran bi dirûşmeyan xwestin ku ji dewleta Tirk a dagirker re qada hewayî bê girtin.
Kesên li der û dorê qada mîtîngê jî eleqeyek a zêde nîşanî mîtîngê dan û ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên qedexekirî” îmze hatin berhevkirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi şiara “Rojava biparêze” meşek li dar xistin.
Girseya ku li ber îstasyona trenê ya navenda Darmstadt (HBF) dest bi meşê kirin, dirûşmeya “NATO fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike” berz kirin û têkiliya dewleta Elman a bi dewleta Tirk re teşhîr kirin.
Di axaftinên di dema meşê de hatin kirin de jî hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojava bê navber bombebaran dike û bi hevkariya DAÎŞ û komên çete yên din, êrîşên xwe didomîne. Hat destnîşankirin ku heta niha gelek Rojavayî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û qetilkirin û di encama bombebaranan de jî gelek jê zarok, gelek sivîl hatine qetilkirin.
Di meşa ku li Lûîsenplatzê veguherî mîtîngê de, Faysal Sariyildiz axiftinek kir. Sariyildiz wiha got: “Em dîsa li Ewropayê dimeşin û diqêrin ku Kurdistan tê bombebarankirin. Saet nîn e ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûc neke û zarokên Kurd qetil neke. Em bi dewletekê re rû bi rû ne ku ji zarokê di landikê de bigire heta Kurdekê 70 salî qetil dike. Dewleta Tirk, di şerê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne de, çekên kîmyewî bi kar tîne û di encama bombebarana li Hesekê de, zarokên dibistanan qetil kirin.”