Kurdan li Torontoyê êrîşên dagirker protesto kirin
Kurdên li Torontoyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdên li Torontoyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdên li bajêr li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Qada Dûndasê ya ku cihekî şên ê bajêr e li hev kom bûn.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan û sloganan dest pê kir. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
DIVÊ HEMÛ CIWAN SEFERBER BIBIN
Daxuyaniya çapemeniyê bi Tirkî û Îngilîzî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate gotin “Erdoganê dîktator li hemberî aştiya herêmê û dinyayê gefeke mezin e. Ev gef herêmê ber bi bêîstîkrariyê dibe. Ligel van rastiyan jî bêdengiya dewletên Ewropayê xizmeta dewleta Tirk dike.
Li hemberî şerê qirêj ê Erdogan, çekên kîmyewî yên ku bi kar tîne û tevgera dagirker em banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava dikin.
Em bang li ciwanên xwe dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava, Şengal û hemû Kurdistanê derkeve, em dewleta Tirk a dagirker teşhîr û protesto bikin.
Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê em dixwazin hûn piştgiriyê bidin şîara me ya ‘Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re’.
Di çarçoveya çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.
Çalakiya protestoyê bi slogan û çepikan bi dawî bû.”