Kurd jî tev li Mîhrîcana Chiala ya 19’emîn a Efrîkayê bûn
Mîhrîcana Chiala ya 19’emîn a Efrîkayê li bajarê Graz ê Awusturyayê hate lidarxistin. Kurd jî bi rengê xwe tev li mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcana Chiala ya 19’emîn a Efrîkayê li bajarê Graz ê Awusturyayê hate lidarxistin. Kurd jî bi rengê xwe tev li mîhrîcanê bûn.
Li bajarê Graz ê Awusturyayê Mîhrîcana Chiala ya 19’emîn a Efrîkayê hat lidarxistin. Di navbera 26 û 29’ê Tebaxê de li Augartenê, di çarçoveya çalakiyên çandî yên havînê de hunermendên neteweyî û navneteweyî bi muzîk, afirînerî û hunera xwe beşdarên mîhrîcanê coşandin.
Di mîhrîcana bi gelek atolye û performansan li derve hat kirin de, Kurdistaniyan jî stand danîn û danezan û broşur belav kirin.
Kurdan di mîhrîcanê de di çarçoveya kampanyaya li dijî qedexeya PKK’ê tê birêvebirin de îmze berhev kirin.