1’emîn Konferansa Enternasyonalîst a Katalan hat lidarxistin

Li bajarê Barselona yê Spanyayê 1’emîn Konferansa Enternasyonalîst a Katalan hate lidarxistin. Di konferansê de li ser avakirina konfederalîzma demokratîk nîqaş hatin kirin.

Li bajarê Barselona yê Spanyayê, li herêma Katalonyayê, bi tevlêbûyîna sazî û rêxistinên cur bi cur, 1’emîn Konferansa Enternasyonalîst a Katalan hat lidarxistin. Konferansa 15’ê Tîrmehê dest pê kir û heta 17’ê Tîrmehê berdewam kir.

Konferans, di salvegera 86’emîn a Şerê Navxweyî yê Spanyayê û salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de, bi sernavê ‘’Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk’’ hat lidarxistin. Di konferansê de nirxandina pêvajoya siyasî û xebatên avakirinê hat kirin.

Roja duduyan a konferansê bi dirûşma “Parastina Şoreşa Kurdistanê“ dewam kir. Enternasyonalîstên li rojava, peyamên bi dîmen şandin ji konferansê re.

Di konferansê de hate diyarkirin ku dewletên NATO’yê, di civîna xwe ya li Madrîdê de ji êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava re gotiye erê û hate gotin ku divê tevgerên civakî yên li cîhanê piştgiriya Şoreşa li Rojava û têkoşîna li Herêmên Parastina Medyayê bikin.

TÊGEHA TERORÊ ÊRÎŞEKE ÎDEOLOJÎK E

Di rûniştina yekemîn a konferansê de, nûnerek ji Akademiya Modernîteya Demokratîk, li ser geşedanên dawî yên li Rojhilatê Navîn û Kurdistanê axivî. Di axaftinan de bal kişandin li ser giringiya kampanyaya îmzeyan a bi navê ‘’Edalet ji Kurdan re’’ û hate gotin ku hemû êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, bi têgeha ‘teror’ê tên revakirin. 

Hat destnîşankirin ku ji bo parastina şoreşê û avakirina modernîteya demokratîk, piştgirî kirina kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û ‘Kampanyaya Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’’ erkeke stratejîk a enternasyonalîzmê ye.

Di roja duduyan a konferansê de jî, mijara ‘’Mirov, li Katalonyayê çawa dikare konfederalîzma demokratîk ava bike?’’ hat niqaşkirin. Nûnerek ji Akademiya Modernîteya Demokratîk, li ser pergala modernîteya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêşkêşiyek kir. Di pêşkêşiyê de, îşaret bi giringbûyîna xebatên avakirinê, lêkolîn û zanîna bi dîroka şaristaniyên demokratîk hat kirin. Giringiya xweseriya demokratîk bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wiha tîne ziman ‘’Netewe ruh be xweseriya demokratîk can e’’  hat behskirin.

Di rûniştina duyemîn de jî, ji bo niqaşkirina konfederalîzma demokratîk di çarçoveya rastiya Katalonyayê de, sê atolye hatin lidarxistin.

Konferans, bi niqaşên li ser avakirinê û bi dayîna biryaran bi dawî bû.