Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava daxuyanî da.
Daxuyaniya KON-MED’Ê WIHA YE:
“Dewleta Tirk a faşîst qirkirina Kurdan didomîne. Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Rojava û Şengalê bombe dike, niha jî li van herêmên ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn, qirkirinê dimeşîne.
Weke KON-MED Elmanya em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em ê bi tu awayî van êrîşan qebûl nekin. Li hemû cihan em ê rûyê qetlîmakar ê dewleta Tirk a dagirker teşîr bikin. Li dijî êrîşan em ê xwedî li Mexmûr, Şengal û Rojava derkevin û biparêzin.
Ên ku rêya komkujiyên dewleta Tirk a dagirker vedike, bêdengiya DYA û dewleta Elmanya ye. DYA ku qada hewayî ya Iraqê vekir, weke endama NATO’yê, her cure rêbazên êrîşên hiqûqî û dijmirovî yên dewleta Tirk a faşîst qebûl dike. Yên ku li ser bingehê berjewendiyên aborî peymanan çêdike hikûmeta Elmanyayê ye. Bi pereyên ku ji peymana penaberan a YE‘yê hatine bidestxistin, terora Tirkiye-DAIŞ‘ê fînanse dikin. Ji nû ve avakirina dewleta DAIŞ’ê tehmûl dike, hemû qetlîamên ku hatine kirin paşguh dike.
Dewletên ku li hemberî van hemû komkujiyan bêdeng mane û erê kirine, gelê me jî li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, divê ji her demê zêdetir ax, ziman, çand û nirxên xwe yên netewî biparêzin û pêş bixin. Divê li dijî êrîşan yekitiya xwe neteweyî ava bikin û li dijî dagirkirinê têkoşînê mezin bikin. Tenê bi vî rengî pêşiya komkujiyan û dagirkeriyê dikare were girtin.
Li ser vê bingehê weke KON-MED em bang li hemû gelê xwe, di serî de hemû dostên xwe yên demokrat ên şoreşger dikin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin ser piyan. Divê bi ruhê seferberiyê derkevin qadan û xwedî li Mexmûr, Şengal û Rojava derkevin.”