KON-MED: Em bi ruhê 1’ê Gulanê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin
KON-MED’ê got, “Em bi ruhê berxwedanê ya 1’ê Gulanê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin” û bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
KON-MED’ê got, “Em bi ruhê berxwedanê ya 1’ê Gulanê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin” û bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkîldarî 1’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî weşand
“EM DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK Û BERXWEDANÊ MEZINTIR BIKIN”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Weke KON-MED’ê em 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ku di şexsê karkeran de roja yekîtî û hevgirtina hemû kedkar, gelên bindest, jin û ciwanan pîroz dikin.
Em vê 1’ê Gulanê bi kûrbûna pirsgirêk û hilweşînên pergala kapîtalîst pêşwazî dikin. Dîsa dema ku yekdestdarên navneteweyî qazancên xwe zêde dikin, em dibin şahidê tunekirina mafên karkeran, mafên civakî, wekhevî, demokrasî û xwezayê. Ev îmha ji aliyê rejîma faşîst û kapîtalîst a AKP-MHP’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome. Dewlemend ji ber polîtîkayên faşîst û rantê her ku diçe dewlemendtir dibe, çîna kedkaran jî bi pariyek nanê hişk re maye. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd tên meşandin, jiyana li Bakurê Kurdistanê gelekî dijwartir kiriye û gelê Kurd bi şerê hebûn û tinebûnê re rû bi rû maye.
Di rewşeke wiha de gelên azadîxwaz û demokrat ji têkoşînê pê ve tu çareya wan nemaye. Di demeke wiha krîtîk de hilbijartinên 14ê Gulanê tên kirin. Divê ev hilbijartin bibe hilbijartina dawî ya desthilatdariya rantê û faşîst a AKP-MHP’ê. Divê ev hilbijartin bibe hilbijartineke ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybet gelê Kurd û kedkaran hesab bipirse. Li ser vî esasî divê gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û dawî li fermana rantperest û faşîst bîne. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li hemû cîhanê, karker û gelên bindest bi hêzên faşîst û rantê yên pergala kapîtalîst re têdikoşin. Dem dema wê ye ku bi têkoşîna demokrasiyê ya gerdûnî ya li dijî yekdestdariyên navneteweyî, bi pêşxistina têkoşîn û hevkariya hevpar ji her demê zêdetir yekitiya têkoşîna li dijî newekhevî, îstîsmar, şer û zextan zêde bikin.
Di 1’ê Gulanê de li dijî pergala mêtingerî û qetlîamê ya modernîteya kapîtalîst divê em bi ruhê berxwedan û yekitiyê yekîtiya demokratîk a hemû gelan, jinan û yên li jêrzemînan pêk bînin. Divê em li dijî modernîteya kapîtalîst bi têkoşîna hevpar a li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê re bibin yek û dakevin qadan. Em li ku bin û li ku bin divê em bibin yek û li dijî tecrîd û faşîzmê berxwedana azadiyê bilind bikin.
Bi vê wesîleyê em bang li gelên xwe yên li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê dikin ku li dijî pergala kapîtalîst û rejîma wê ya faşîst, hikûmeta AKP-MHP’ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikin ku di çalakiyên li Elmanyayê bên lidarxistin de bibin dengê karkeran.”