Komkujiya Zaxoyê li Melbourneyê hate protestokirin

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wan komkujiya li Zaxoyê protesto kirin.

Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk anî, li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber postexaneya kevn a Vîctorîayê kom bûn, komkujiya Zaxoyê protesto kirin û xwestin qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk re bê girtin.

Tevî barana zêde jî di çalakiyê de dirûşmeyên "Li hemberî qetlîama faşîst Erdogan bêdeng nemînin" û "Komkujiya li dijî gelê Kurd bidin sekinandin" hatin berzkirin.