KOMAW'ê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
KOMAW'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker Şengal, Xanesor, Mexmûrê û Dêrika Hemko şermezar kir û bang li saziyên mafê mirovan kir ku li cem têkoşîna gelê Kurd bisekinin.
KOMAW'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker Şengal, Xanesor, Mexmûrê û Dêrika Hemko şermezar kir û bang li saziyên mafê mirovan kir ku li cem têkoşîna gelê Kurd bisekinin.
Komeleya Malbatên Nebedîkiriyan û Şehîdan (KOMAW) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Xanesor, Mexmûr û Dêrika Hemko şermezar kir û bang li sazî û dezgehên navnetewî yên mafê mirovan kir ku li cem têkoşîna mafdar a gelê Kurdistanê rawestin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em KOMAW li dijî vê hovitiya qirker a êrîşkar a li ser gelê me, di serî de li wan dewletên ku li wê qadê serweriya wan heye û li dewletên ku di nav Koalîsyonê de hêzên wan hene, banga me li hemû dewletên cîhanê ew e ku careke dî li têkiliyên xwe yên bi TC'ê re bifikirin û li dijî van êrîşên li ser gelê me bibêjin, 'raweste.''
Her wiha banga me li raya giştî ya cîhanê, rêxistinên civaka sivîl, di serî de li NY'yê, li hemû sazî û dezgehên navnetewî yên mafê mirovan ew e ku li bara van êrîşên bi dijminatiya mirovahiyê, li cem têkoşîna mafdar a gelê Kurdistanê bin, ku van êrîşan bi ser wan de tînin.
Di serî de di şexsê wan miroven me de ku di van êrîşan de şehîd bûne, em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, êşa malbatên şehîdên me par ve dikin, em diyar dikin bi hemû hîs, raman û derfetên xwe em ê li cem gelê xwe yê welatparêz bin.''