Koma Lûzernê Nobeta Azadiyê dewr girt
Koma ku ji Lûzernê hat, hefteya 566’emîn a Nobeta Azadiyê, bû nobedar. Komê got ku wê polîtîkayên tecrîdê yên rejîma AKP-MHP’ê 14’ê Gulanê bi dawî bibin û hemû aliyên aştî û azadîxwaz wê peyameke baş bidin.
Koma ku ji Lûzernê hat, hefteya 566’emîn a Nobeta Azadiyê, bû nobedar. Komê got ku wê polîtîkayên tecrîdê yên rejîma AKP-MHP’ê 14’ê Gulanê bi dawî bibin û hemû aliyên aştî û azadîxwaz wê peyameke baş bidin.
Nobeta Azadiyê ku Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan 25’ê Hezîrana sala 2012’an ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, 566 hefte ne ku berdewam e.
Her hefte komeke ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan pêkhatî, nobetê digire. Vê hefteyê komek ji bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat û bû nobedar.
Yên di nava koma vê hefteyê de Ercan Guneş, Gokhat Babayîgît û Abdûrahhîm Îlbaş in.
Ercan Guneş ku li ser navê komê axivî, bi bîr xist ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 sal in ku li ber saziyên navneteweyî yên li Strasboûrgê ew nobetê digirin û got: “Rêber Apo, li gel ku 25 sal in dîl e, bi fikirên xwe yên demokratîk û azadîxwaz, hemû Rojhilata Navîn ronî dike. Li gel ku behremendiya wî ya bikare hemû Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, heye, dewleta dagirker, faşîst û komploger a Tirk, naxwazên kesên wek Rêber Apo ji bin tecrîdê derbixe. Du sal in ku tecrîdeke girankirî li ser tê pêkanîn. Nahêlin ew û parêzer û malbata xwe hev û din bibînin. Di şexsê Rêber Apo de, Kurd û Kurdistan, em hemû di bin tecrîdê de ne. Bila rejîma faşist a AKP-MHP’ê vê baş bizane ku ji têkçûyîna polîtîkayên wê yên şer, îmha û înkarê re pir nemaye. Aborî û polîtîkayên wê jixwe têk çûne. Aliyên azadîxwaz û aştîxwaz, wê 14’ê Gulanê peyameke baş bidin û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê biqedînin.“