Koma Hannoverê Nobeta Azadiyê wergirt

Çalakiya nobedê ku gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di hefteya 534’emîn de dewam dike. Di vê hefteyê de koma ji Hannoverê Nobeta Azadiyê wergirt.

Nobeta Azadiyê ku di 25’e Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg a Fransayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo tecrîda li ser wî were şikandin hatibû destpêkirin, di sala 11’emîn de dewam dike. Her hefte komek Kurdên li Ewropayê nobetê dewr digirin.

Di hefteya 534’emîn de Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DKTM) a li bajarê Hannoverê Elmanyayê, Nobeta Azadiyê wergirt.

Di komê de Cuma Ozdogan, Ronahî Ozdogan, Denîz Bagok û Mehmet Zinar cih digrin.

Cuma Ozdogan li ser navê komê axivî û diyar kir ku rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka gelê Kurd e.