Koç: Roja Şemiyê divê kes li malê nemîne

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç anî ziman ku amadekariyên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn temam bûne û got, "Divê roja Şemiyê kes li malê nemîne, bi rengê neteweyî tevlî festîvalê bibe."

Kurdistaniyên li Ewropayê wê tevî dostên xwe di sibeha 17'ê Îlonê de li bajarê Landgraaf ê Hollandayê li hev bicivin ku ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn wê lê bê lidarxistin.

Festîvala îsal wê bi dirûşma " Li dijî dagirkerî û qirkeriyê em ê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin" pêk were. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li ser amadekariyên dawî û bernameya festîvalê ji ANF'ê re axivî.

Koç anî ziman ku festîvala îsal gelekî girîng e û got, "Dewleta Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi rengekî qirêj êrîşî destketî û nirxên Kurdan dike. Van êrîşan jî li hemû parçeyên Kurdistanê dike."

BERXWEDANA GEL Û GERÎLA ÊRÎŞ TÊK BIR

Koç diyar kir, dewleta Tirk bi konsepta tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tevdigere û wiha dewam kir, "Di serî de berxwedana gerîla, têkoşîna gelê me ev plan di asteke girîng de pûç kir. Vê jî kir ku dewleta Tirk bixitime. Dewleta Tirk ku 'Plana Têkbirinê' li ser gelê Kurd ferz kir, bi xwe kete nava pêvajoyeke têkçûnê. Bi berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê re dewleta Tirk kete nava krîzeke mezin."

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ragihand ku dewleta Tirk ji bo karibe encamê bi dest bixe bi binpêkirina peymanên navneteweyî re timî çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha dewam akir, "Li aliyê din bi rengekî bê rehm, tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne ku mînaka vê yekê li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Gava em bala xwe didin ser êrîşên li ser Rojava, Mexmûr, Şengal û Başûrê Kurdistanê, hingî tê dîtin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên ji bo dagirkirinê li her qadê belav kiriye. Ji bo vê jî derfetên dewletê hemû xistiye bin xizmeta şer."

WÊ BALA HER KESÎ LI SER FESTÎVALÊ BE

Yuksel Koç anî ziman ku li gel êrîşên giran û berfireh ên dagirkeriyê jî dewleta Tirk bi dayina berdêlên giran têkoşîn gihandiye asteke girîng û bi bîr xist ku di pêvajoyeke welê dîrokî de Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn tê lidarxistin. Koç destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi rêya vê festîvalê peyamekê bide hêzên navneteweyî û hevkarê wan û got, "Lewma festîvala me ya îsal wê ji rêzê nebe. Bala her kesî jî wê li festîvalê be. Ji ber vê yekê sekn û peyamên gelê Kurd ên di festîvalê de gelekî girîng e."

Hevserokê KCDK-E'yê diyar kir ku beşên çandî û peyamên di festîvala îsal de wê ji yên derbasbûyî cuda bin û got, "Bernameyeke muzîkê ya ji çar parçeyên Kurdistanê hate amadekirin. Bernarmeya çandê ku wê bi dengbêjan destpê bike, wê komên muzîkê yên ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat, her wiha komên baweriyan jî li ser dikê hunera xwe pêşkêş bikin. Ji beşên komên cuda wê zêdeyî 100 hunermend di festîvalê de amade bin."

JI GELEK PARZEMÎNAN WÊ 50 KESAYET TEVLÎ BIBIN

Yuksel Koç ragihand ku ji çar aliyên cîhanê û gelek parzemînan, gelek akademîsyen, hunermend û siyasetmedarên pêşengiyê ji însiyatîf û kampanyayên ji bo azadiya Ocalan re dikin wê li festîvalê amade bin û got, "Ji gelek welatan wê zêdeyî 50 kesayet bi gelê Kurd re daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman."

Hevserokê KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedana Zapê beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn bibin û herî dawî ev bang kir; "17'ê Îlonê roja Şemiyê divê kes li malê nemîne û bi rengê neteweyî zarok, ciwan û extiyar tevlî festîvalê bibin. Me amadekariyên xwe hemû temam kirine. Tevlîbûna gelê me tenê têrê nake, divê mirovên li derdora xwe jî tevlî bike û bi ruhê berxwedana Zapê ji xiyanetê re bibêje 'Êdî bes e'. Li dijî dagirkerî, mêtingeriyê, em qada festîvalê bikin qada yekîtiya neteweyî û berxwedana neteweyî. Em daxwaza azadiya Rêber Apo ji cîhanê re ragihînin."