KNK: Ji ber bêdengiya raya giştî komkujî pêk hat
KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxo şermezar kir û got: “Ji ber bêdengiya raya giştî komkujî li Zaxo pêk hat.“
KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxo şermezar kir û got: “Ji ber bêdengiya raya giştî komkujî li Zaxo pêk hat.“
Dewleta Tirk a dagiker bi topan êrîşê gundê Perexê yê bajarokê Derkarê ya Zaxoyê kir. Di êrîşê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.
KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk, li Başûrê Kurdistanê bombe li sivîlên li seyrangehê barandin û got: “Di encama bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û 22 sivîl birîndar bûn. Di bombebarankirina herêma ya artêşa Tirk de her ku diçe sivîl bêhtir dibin hedef. Tûrîstên ji navend û başûrê Iraqê hatibûn seyrangeheke li bajarokê Derkarê yê li ser Zaxoyê bûn qurbaniyên bombebarana artêşa Tirk a dagirker. Gundê Perexê ev cara sisêyan e ku di meha Tîrmehê de dibe hedefa guleyên obus û hewanan.“
KNK’ê da zanîn ku operasyonên dewleta Tirk ên li herêma dibin sedema bêîstiqrarî û xerabûyînê û got: “Artêşa Tirk di operasyonên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji ber bêdengiya raya giştî ev komkujiyê pêk hatiye.
Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Iraq û Sûriyeyê zêde kirine û li her du welatan jî kuştina sivîlan dewam dike. Ev komkujiya dawîn a sivîlan a bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker nabe ku bê qebûlkirin û divê bertek li dijî bê nîşandan.“