KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir

KNK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanî li gelên Kurdistanê pîroz kir û bang li her kesî kir ku dakevin qadên pîrozbahiyê.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana eniya xwe, bi keda xwe, 1'ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê'. Ev cejn vê gavê li seranserê Cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1'ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be."

Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Cejna 1'ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1'ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar ên 1'ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal jî cejna 1'ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar aliyên Kurdistanê, êrîş û planên dijê gelê Kurd berdewamin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin. 

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê niha hilbijartinek di rojevê de ye. Kurdan jî bi dostên xwe ve, lîsteyek çêkirine û tevlî hilbijartinan dibin. Ev hilbijartin giringin. Di seranserê welêt de bayeke xurt yê guhertinê heye. Di van hilbijartinan de amanca tifaqa Kurdistanî ew e ku rejîma şerxwaz û faşîst têkbibin û bi êjmarek mezin nûneran bişînin parlamentoyê. Em weke KNK, piştgiriya lîsteya Kurdistanî (HDP – Partiya Çepên Kesk) dikin û bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û vê derfetê karbînin. 

Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li her derê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin, di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin. 

KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cihanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cihanê pîroz dike."