Kesayetên naskirî yên Swêdê: Piştgiriyê nedin şerê li dijî Kurdan!
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Swêd di atmosfereke metirsîdar de dikeve hilbijartinê û bang li hikumetê kir ku piştgiriyê nede şerê li dijî Kurdan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Swêd di atmosfereke metirsîdar de dikeve hilbijartinê û bang li hikumetê kir ku piştgiriyê nede şerê li dijî Kurdan.
Yek ji rojnameyên Swêdê yên herî zêde tê xwendin Aftonbladet, banga kesayetên naskirî yên Swêdê weşand. Kesayetan ji dewleta Swêd xwest ku daxwazên dewleta Tirk ên ji bo radestkirina Kurdan qebûl neke û xwe nede ber bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re.
Wezîrê Berê yê Karên Koçberan û Nûnerê Berê yê Swêdê yê li Neteweyên Yekbûyî Pîerre Schorî, Komîserê Berê yê Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û nivîskar Thomas Hammarberg, Teolog K. G Hammar jî di nav de gelek kesayetên naskirî yên Swêdê bi sernavê 'Kurdên li Swêdê radestî girtîgehên li Tirkiyeyê nekin" bangek weşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber danûstandinên Hikumeta Swêdê yên bi Rejîm Enqereyê re, Kurd hem li Swêdê hem jî li Tirkiyeyê ketine nava fikaran.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber sedemeke nediyar, lîderiya NATO'yê biryar da ku endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li vê tifaqa leşkerî bi şertê danûstandina bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
Rejîma Tirk jî ev rewş bi kar anî û xwest ku hin tedbîran werbigire ku li derveyî erka NATO'yê ye û li dijî pîvanên mafên mirovan e. Yek ji van daxwazan jî radestkirina Kurdan e ku rejîm îdîa dike 'ew terorîst' in. Di nava kesên tê xwestin ku bêne teslîmkirin gelek welatên Swêdê û penaberên xwedî mafê penaberiya siyasî hene. Piraniya wan jî ji zexta polîtîk a heyî ya li Tirkiyeyê reviyan.
Kesên ku li ser vê daxwazê bêne radestkirin, dibe ku bi pêvajoyeke darizandinê ya kêfî cezayên demdirêj ê girtîgehê li wan bê birîn. Eşkere ye ku ev rewş li gelek mirovan tê ferzkirin ku rejîmê rexne dikin. Niha li Tirkiyeyê kesên ku karên muxalefeta aştiyane dikin jî bi 'terorîzmê' têne pênasekirin. Bersiva Swêdê ya li vê daxwaza rejîma Tirk ew bû ku welatiyên Swêdê neyên radestkirin. Ev bersiv ya ku diviyabû bihata dayin bû, lê belê têrê nake. Di nava kesên ku navê wan têne bilêvkirin de hin kes hene ku mafê rûniştinê ji wan re hatine dayin, lê nebûna welatiyên Swêdê.
Tirkiyeyê ji vê lihevkirinê fêhm kir ku Swêdê wê bi hêsanî Kurdan radestî 'edalet'a Tirk bike. Ev rewş cihê xemgîniyê ye û di nava Kurdan de yên li welatê me bûye sedema nearamî û fikaran.
Rejîma Enqereyê her wiha ji Swêdê xwest ku bi hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re dest bi bazirganiya çekan bike. Pêwendiya vê daxwazê bi planên Serok Dewlet Erdogan a ji bo dagirkirina herêma li Sûriyeyê ya di bin kontrola Kurdan de ye, heye.
Bi vê planê tê xwestin ku rêxistina Kurdan PYD û hêza parastinê YPG bêne eciqandin. Rêxistiniya Kurd a navborî beriya niha ji Swêdê piştgiriya manewî, ji DYE'yê jî piştgiriya leşkerî wergirt. Ev piştgirî ji ber berxwedana wan a bi lehengî ya li dijî DAÎŞ'ê hate dayin. Swêd niha bi lihevkirina bi Tirkiyeyê re dixwaze piştgiriya me ya bi PYD/YPJ'ê re qedexe bike. Ev daxwaza Tirk a ji bo piştgiriya bi şerê êrîşê re, bi ti awayî di nava erkên NATO'yê de nîne.
Eşkere ye ku yên bi navê Tirkiyeyê danûstandin kirine ji sozên Swêdê wêdetir bi rengekî cuda fêhm kirine. Diyar e ku heyeta me jî di danûstandinên bi heyeta Tİrk re tawîzên zêde û giran daye. Ev rewş di 'metna lihevkirinê' de hate nîşandan ku meha Hezîranê di civîna bilind a NATO'yê de li Madrîdê hate weşandin.
Swêd di 11'ê Îlonê de bi rengekî metirsîdar û nediyar dikeve pêvajoya hilbijartinê. Bi deh hezaran Kurdên Swêdê wê mafên xwe yên demokratîk di dengdanê de bi kar bînin. Gelek ji hilbijêrên Kurd jî li benda Swêdê ye ku di van mijarên li jêrê hatine destnîşankirin de bersiveke zelal bide.
- Hikumeta divê beriya hilbijartinê soz bide û piştrast bike ku qanûn û prensîbên beriya niha yên Swêdê dewam bike û peymana bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bi rengê ku heta îro derbas dibe, neguherîne. Divê Kurdên ku aliyê Tirk daxwaza radestkirina wan dike, neyên radestkirin, daxwazên aliyê Tirk qebûl neke.
- Swêd divê di heman demê de şerê li Iraqê yê li dijî Kurdan û amadekariyên dagirkeriyeke mezintir a li dijî Kurdên li Bakurê Sûriyeyê li ber çavan bigire û xwe nede ber bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re."
YÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BANGAWAZIYÊ
Kurdo Baksi, Rojnamevan-Nivîskar
Selma Brodrej, Rojnamevan
Göran Greider, Nivîskar, Redaktorê Şef ê Rojnamey Dala-Demokraten
Thomas Hammarberg, Nivîskar, Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê
K G Hammar, Teolog (Alimê Olê), Serrahîbê berê (Pîskopos)
Keya Izol, Serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Helle Klein, Rahîbe û Redaktora Şef a Rojnameya Dagens Arbete
Pierre Schori, Wezîrê berê yê Karên Koçberan û Nûnerê berê yê Swêdê li Neteweyên Yekbûyî
Omar Sheikmous, Zanyarê Siyasetê, Pisporê Lêkolînên Rojhilata Navîn
Vildan Saim Tanrikulu, Serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Isa Turan, Aktîvîstê Mafên Mirovan
Anders Wijkman, Nivîskar, Rûspî