Kenan Ayaz: Teslîmkirina min wê ji bo Erdogan bibe xelat

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê ku Elmanyayê biryara girtina wî dabû û li Kibrisê hatibû destgîrkirin diyar kir heke ew were teslîmkirin wê ev tişt ji bo Erdogan bibe xelat.

Kenan Ayaz di 15’ê Adarê de dema ku dixwest ji balafirgeha Larnaka biçe serdana malbata xwe ya li Swêdê, ji aliyê polîsên Kibrisê ve hatibû destgîrkirin.

Dadgeha Larnakayê di rûniştina 19'ê Nîsanê de biryar da Ayaz teslîmî Elmanyayê were kirin û rêya îtîraza li Dadgeha Bilind vekirî hişt.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ji girtîgeha Lefkoşayê ji rojnameya bi navê Sîmerînî ya Kibrisê re axivî.

Ayaz di gelek mijaran de nirxand û bal kişand ser "yekîtiya qederê" ya gelê Kurd û gelê Kibrisê.

Ayaz got, “Weke ku tê zanîn li Tirkiyeyê hilbijartinek pêşwext heye. Bi rastî bi derxistina min a ji vir re, ji bo dîktator Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve, bi destê Elmanyayê min teslîmî dewleta Tirk a faşîst bike, hewldanên mezin tê kirin. Heke dadgeha bilind a Kibrisê vî tiştî pesend bike, wê ev tişt ji bo Erdoganê faşîst bibe wekî xelatekê.”

Ayaz, anî ziman tu delîl tuneye ku wî li derekê sûc kiriye û biryara ji aliyê Elmanyayê ve hatiye daîn jî têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re heye.

Ayaz got: “Ez ji bo azadiya gelê Kurd û gelên li Kibris û Rojhilata Navîn  têdikoşim. Hemû karên ku ez dikim qanûnî ne û li ber çapemeniyê ye. Konferans, semîner, panel û bernameyên televizyonê yên ku min çêkirine li holê ne. Min tiştekî veşartî nekiriye. Hemû karên ku ez dikim li gorî qanûnên Ewropayê ne. Di îddîayan de yên ku Elmanya li ser min dibêje, tu şîddet tune.

Îdîayên wekî civîn û propagandayê hene. Nabe ku ev tişt wekî terorê were dîtin. Di doza KCK'ê de ez li Tirkiyeyê hatim darizandin jî rastî heman sûcdariyê hatim. Tevlêbûna civînan û beşdarbûna konferansan sûc tê dîtin û berdêla wê jî cezayên bi dehan salan e.

Tirkiye ji ber doza KCK'ê ya ku ez têm darizandin, ji Ewropayê dixwaze ku min teslîm bikin. Wekî Ewropa xuya dike lê di pratîkê de Elmanya ye. Ji ber ku dewleta Tirk di warê hiqûqî de nikare min ji Kibrisê bixwaze, ji ber vê dixwaze vî tiştî bi destê Elmanyayê bike.