KCDK-E’yê komkujî şermezar kir
KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî Komkujiya Zaxo şermezar kir.
KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî Komkujiya Zaxo şermezar kir.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyek nivîskî Komkujiya Zaxo şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a qirker a bi hefteyan e dîplomasiya xwe ya şerê qirkirinê dike, bi piştgiriya ji hêzên navnteweyî digire îro li gundê Perex ê bajarokê Derkar ê li herêma Zaxoyê qetilameke bi nemerdî kir.“
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
“Di barandina bombeyan li seyrangehê de 8 Erebên sivîl hatin qetilkirin û hêj birîndarên hejmara wan diyar nebûye hene. Haya hikûmeta başûr ji vê komkujiya dewleta Tirk a şirîkê wê ye heye.
Dewlet Tirk, bi PDK’ê re Başûrê Kurdistanê dagir dike. Ji wê boneyê ne dibêjin zarok, jin û kal û pîr û sivîl; hema her kesê ji xwe re dikin hedef. Sivîlan bi nemerdî qetil dikin da ku xetên sînor ji sivîlan xalî bikin. PDK’a hevkar hêj tu gotinek ji bo vê komkujî nekiriye.’’
EM wek KCDK-E, vê qetilama hatiye kirin şermezar dikin. Em dewleta Tirk a qirker ku qetilkirina gelan ji xwe re kiriye hedef protesto dikin.’’