KCDK-E'yê ji bo festîvalê bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E), ji bo tevlî 30’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Landgraaf ê Hollandayê bê lidarxistin, bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê de wiha hat gotin: “30’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 17’ê Îlonê de li bajarê Landgraaf ê Hollandayê pêk were. Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ji Hollanda, Elmanya, Bakurê Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Îngilîstan û Belçîkayê wê beşdarî festîvalê bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de evi tişt hat gotin:

“Tecrîda li ser Rêber Apo bi sîstemeke êşkenceyê ya nedîtî li cîhanê tê meşandin û dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi polîtîkayên xwe yên dagirkerî û qetlîamê wê meşa azadiyê ya gelê me rawestîne. Festîvala Çanda Kurd a ku wê gelek welatên Ewropayê tê de amade bibin, wê di serdemeke dîrokî ya ku tecrîda li ser Rêberê me girantir bûye û li Kurdistanê dagirkerî û qirkirin zêde bûye, pêk were.

Li hemberî qirkirina fizîkî, çandî û dîrokî ya li Kurdistanê tê kirin, gelê me bi parastina nirx û çanda xwe ya neteweyî ya ku bi fedekarî û berdêlên mezin afirandiye û bi vê yekê jî xwe têr nedîtiye, hêj pêşxistiye û di pêvajoyeke ku nêzî azadî û statuyê bûye 30’yemîn festîvala xwe li dar dixe.

Kurdistanî û dostên wan ên ku wê ji hemû welat û bajarên Ewropayê tevlî vê çalakiya çandî bibin, wê hem refleksên xwe yên neteweyî û hem jî yên siyasî nîşan bidin.

Di bernameya çandê ya ku dê bi dîwana dengbêjiyê dest pê bike de sed û bîst hunermend ji komên cuda yên Êzidî, Riya Hek, Rojava, Başûr û Bakur derkevin ser dikê. Festîvala ku wê ji çar parçeyên Kurdistanê axaftvan tê de amade bibin, dê bibe cejneke netewî û çandî û gelê Kurdistanê  bi diruşmeya “Kurdistanê biparêze” helwesteke netewî li dijî mêtîngeriyê nîşan bide û ji her kesî re peyamek bide.

Bi dehan kesayetên naskirî, sendîkavan û siyasetmedarên ji welatên cuda yên Efrîka, Ewropa û Kanadayê ku beşdarî înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî bûne, wê beşdarî festîvalê bibin û ji bo azadiya Rêber Ocalan û li dijî komkujiyên li Kurdistanê banga xwedîderketina têkoşîna hevpar bikin.

Gelê Kurd li dijî mêtîngeran û hêzên navneteweyî û xiyanetê wê bi peyamên yekitî û berxwedanê bersiv bidin û denbej jî dê peyama ku wê çand û nirxên xwe yên netewî pêş bixin û xurtir bikin bidin.

Wê li dora xeta azadiyê ya ku Serok Apo pêşniyar kiriye li hev kom bibin û li dijî tecrîdê dirûşmeyên azadî, wekhevî û demokrasiyê bên qîrîn.

Daxwaza beşdarbûna festîvalê ku hemû amadekariyên teknîkî lê hatine kirin û qediyaye, gelek e. Li gelek navendên Ewropayê, li hemû bajaran otobus hatine girtin. Em bang li gelê xwe dikin ku di dema xwe de li nuqteyên derketinê yên ku ji berê hatine diyarkirin amade bin. Her kes dikare saetên derketina otobusê ji Nêzîkî Navendên Civaka Kurdî hînbibe. Divê hemû navendên me yên civakî tedbîran bigirin da ku gelê me tevahî bigihînin cihê festîvalê.

Her wiha ji bo festîval ewledar, berhemdar bigihê armanca xwe divê her kes berpirsyariyê nîşan bide.

Weke KCDK-E’yê em bang li hemû gelê xwe û hemû parêzvanên şoreşger, demokratîk û aştiyê dikin ku bi ruhê berxwedana Zapê bi şîara “Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê, Kurdistanê biparêze, Rêber Apo azad bikin” beşdarî festîvalê bibin.”