KCDK-E’yê ji bo aştiya cîhanê banga yekitî û tevlîbûna li çalakiyan kir
Hevserokên KCDK-E'yê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û got, "Ji şer re na" û banga yekitiyê kirin.
Hevserokên KCDK-E'yê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û got, "Ji şer re na" û banga yekitiyê kirin.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Şer di dîroka mirovahiyê de bûye sedema karesatên ku jiyana mirovan tehdîd dike, xwezayê wêran dike, bi milyonan mirov bê stargeh, birîndar, birçî û perîşan dike. Îro jî hêzên desthilatdar bi şer ku derdixin, jiyana mirovan dixin tehlûkê."
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Çawa ku yekdestan hemû amûrên şer û çekên kîmyewî yên ku xwîna mirovan dirijînin difiroşin rejîmên despotîk û nîjadperest, ew jî destekê didin şerê qirêj ê qirkirinê yê dewleta Tirk ku li dijî Kurdan û gelên din ên li herêma me dimeşîne.
Dewleta Tirk a faşîst a ku 100 sal e xwîn li erdnîgariya Tirkiyeyê rijandiye, gel û baweriyan înkar û asîmîle kiriye, li pêşiya jiyana hevpar û aştiya gelan bi domdarî bûye asteng. Dîktator Erdogan bi vê bêdengî û piştgiriya dewletên serdest ku veguherandiye firsendê, ji bo armancên xwe yên dagirkeriyê, wêrankirina xwezayê, bêyî ferqa zarok û jinan, sivîlan bi awayekî hovane qetil dike, li herêmê şerekî mezin dimeşîne.
Erdogan û rejîma wî ya faşîst li erdnîgariya ku gelê Kurd lê dijîn, bi gotina “ji bo min tehdîda ewlehiyê ye” li Rojhilata Navîn û Kurdistanê her cure talan û hovîtî bê navber didomîne û zemîna armancên xwe ava dike.
Dîktator Erdogan ji bo aştiya herêmê û cîhanê xeter e. Ev tehdîd herêmê dikişîne nava bêîstiqrariyê. Tevî van hemû rastiyan jî bêdengî û nêzîkatiya dualî ya dewletên Ewropî, xizmeta armancên berfirehkirina Tirkiyê yên li herêmê dike.
Lewma li dijî şer, parastina demokrasiyê û xwedîlêderketina daxwazên mafdar ên gelên bindest peywira hevpar a me hemûyan e.
Li herêmên Kurdistanê bi têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê ku bi projeya jinên azadîxwaz, ekolojik û hevpar û demokratîk ku pêşniyar dikin, hem li herêmê û hem jî li cîhanê beşeke girîng a têkoşîna aştiyê ne.
Di şerê li dijî çeteyên barbar DAÎŞ’ê de ev yek bi awayekî herî baş nîşan dan û rûmeta mirovahiyê parastin.
Erdoganê ku di şerê qirêj ê li hemberî jin û ciwanên Kurd ên li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê bi qehremanî şer kirin, nekarî bi ser bikeve, îro jî dixwaze bi bikaranîna çekên kîmyewî tola xwe hilîne.
Ji bo aştiya cîhanê bê misogerkirin û pêşî li hilweşandin û qetlîamên ekolojîk bê girtin, em ê di 1’ê Îlonê de daxwaza xwe ya ji şer re na dubare bikin.
Herî dawî li dijî şerê qirêj, çekên kîmyewî, operasyonên dagirkeriyê yê Erdogan, em banga xwedî derketina li Şoreşa Rojava dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikra jiyana azad ya nû ku pêşniyar kiriye, her tim aştiyeke mayînde û birûmet parastiye.
Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê em ji we daxwaz dikin ku destekê bidin dirûşma me ya 'Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî'.
Weke KCDK-E’yê em bang li her kesî û di serî de gelê Kurd dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî hemû çalakiyên ku bi wesîleya roja aştiyê bên lidarxistin bibin.”