Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de girîngiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ji bo mirovahiyê hate vegotin û hate ragihandin ku bi vê şoreşa civakî re gel û pêkhateyên herêmê bi hev re dijîn, xwe bi rê ve dibin, lê dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê pergalê hilweşîne û qir bike.
'JI BO PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'
Di daxuyaniya Hevserokatiya KCDK-E'yê de hate gotin, "Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker bi balafirên şer û SÎHA’yan dixwaze komkujiyê pêk bînin. Hemû hewldanên dewleta Tirk, êrîşên dîplomatîk, hemû bazariyên wan ên li ser berjewendiyan wê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin. Mirovahî wê her bi me re be. Em bang li gelê Kurdistanê û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê, da ku li Şoreşa Rojava ku hêviya mirovahiyê ye, mîna berxwedana Kobanê xwedî derkevin."
Hevserokatiya KCDK-E'yê diyar kir ku di salvegera Peymana Lozanê de dewleta Tirk a dagirker bi navê Mîsakî Milî dixwaze Kurdistanê ji Helebê heta Mûsil-Kerkûkê ji nû ve dagir bike û got, "Yê ku li Metîna, Zap û Avaşînê têk çû, dixwaze bi êrîşa li ser Rojava serketinê bi dest bixe. Werin em di salvegera Peymana Lozanê de li dijî dewleta Tirk a qirker Şoreşa Rojava biparêzin. Werin em ji bo meşên parastina Şoreşa Jinê ya Rojava ku wê di 23’ê Tîrmehê de li gelek deverên Ewropa, Awûstralya û Kanadayê pêk bên, bi ruhê yekîtiya neteweyî, li dijî hemû hêzên paşverû yên ku dixwazin gelê Kurd qir bikin û Şoreşa Rojava bifetisînin, her kesî seferber bikin."
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi vê armancê wê di 23'ê Tîrmehê de li gelek bajaran çalakî bêne lidarxistin û ev bang hate kirin:
"Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan, her kesê ku dibêje ez Kurdistanî me û mirov im, divê bi gotina 'daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 33 partiyan (ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê), daxwaza me ye', gavê bavêje. Em bang li alîgirê azadî, wekhevî û demokrasiyê dikin, da ku xwedî li şoreşa jinê û jiyana hevpar a gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (ROJAVA) derkevin.
Werin, li cihê ku em lê ne, ji bo ku qada hewayî (hewşenga hewayî) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re were girtin, em hemû çalakî û bizavên demokratîk bikin. Her wiha hûn dikarin bi beşdarbûna kampanyaya hashtag a mezin a ku wê di 23'ê Tîrmehê de li ser twitterê were lidarxistin, piştgiriyên xwe li ser platformên dîjîtal nîşan bidin.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku axa xwe biparêzin, bi ruhê yekîtiya neteweyî her Kurd, jin, zarok, ciwan û mezin xwedî li vîna xwe derkevin; em bang li dostên xwe, rewşenbîr, şoreşger û her kesî ku mafên mirovan diparêzin dikin ku bi helwesteke bi biryar xwedî lê derkevin û beşdarî meşên 23’ê Tîrmehê bibin ku li her welatî wê bêne lidarxistin."