KCÊ-E: Parastin û bilindkirina Şoreşa Rojava erkê hemû mirovahiyê ye

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi boneya 10. Salvegera Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand û diyar kir: “Serhildan û Berxwedana Şengal jî ji vê Soresê sûd girt.”

KCÊ-E ku Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) û Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) digire nava xwe bi wesîleya 10. salvegera Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama KCÊ-E’yê wiha ye:              

“Şoreşa Rojava pîroz be

Em wek Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê, bi navê hemû sazî û pêkhateyên xwe, bang li hemû kesên xwedî xîret, bi taybetî jî li civaka xwe ya Êzidî dikin ku tevlî çalakiyên seranserî cîhanê, bi taybetî jî ên li Elmanyayê ji bo xwedîderketin û bilindkirina Şoreşa Rojava pêk tên bibin.

Belkî cara yekemîn bû ku di cîhanê de şerekî wa bê exlaq, bê sînor û hov li hemberî mirovahiyê pêk hat, ev şerê tunekirina mirovahiyê di kesayeta gelê Kurd de li hemberî şaristaniya cîhanê bû, wan gelê kurd bê hêz dihesiband û xwestin di serî de gelê Kurd tune bikin, ew hesab nekiribûn ku bi hezaran Egîd ên li ciyayên Qendîlê ên ku soza wan parastina hemû Kurd û Kurdistanê bû, heta dawî ji bo parastina her bostek ji erda Kurdistanê wê li berxwe bidin.

Îro ev şoreşa gelê Kurd bûye mînaka serhildanê li cîhanê, her çiqas ev şoreş wek şoreşek qehremantiyê di dîrokê de cîhê xwe girt jî, lê êrîşên dijminan di serî de yên dewleta Tirk didomin, ji bo wê jî dibê gelê Kurd heta dawî serî hilde û berxwe bide.

Serhildan û Berxwedana Şengalê jî ji vê Soresê sûd girt, ên bi hawara Sengalê ve cûn dîsa ev berxwedêr û soresger bûn, di serî de civaka Êzidî ji bo vê Şoresê minetdar e.

Bi vê munasebetê em cardin bang dikin ku di serî de civaka me li hemberî van êrîşên dewleta faşîst a Tirk ên li ser Rojava bêdeng nemîne û di van çalakiyên parastina Şoreşa Rojava de, bi taybetî jî yên roja 23.07.2022’an li sernaserî Elmanyayê cîhê xwe bigire û dengê Şoreşa Rojava bilind bikin.”