KCÊ-E: Ji bo parastina axa xwe ya pîroz em derkevin qadan
KCÊ-E têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û bang li gelê Kurdistanê û dostên wan kir û got: "Ji bo parastina xaka xwe ya pîroz derkevin qadan."
KCÊ-E têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û bang li gelê Kurdistanê û dostên wan kir û got: "Ji bo parastina xaka xwe ya pîroz derkevin qadan."
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCÊ-E de hat destnîşankirin ku divê gelê Kurd û dostên wan demildest dakevin qadan û li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Şengal, Mexmûr û Rojava bertekên xwe nîşan bidin. Her wiha hate gotin ku bombebarana dewleta Tirk a li ser Geliyê Kersê. Barê, çiyayê Şengal û qûntara wê li Şengalê dewam dike û ev tişt hate gotin:“Neviyên Împaratoriya Osmanî bi pêşengiya dîktator Erdogan êrîşî hemû cihên me yên pîroz dikin, dixwazin vê civak û baweriya Êzidiyatiyê tune bikin û fermanî bi encam bikin.“
KCÊ-E diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku bigihêje armanca xwe hemû derfetên xwe bikartîne û êrîşî Şengalê dike. KCÊ-E anî ziman ku ji bo em van êrîşên neviyên Osmaniyan rawestînin û civak, bawerî, ax û warên xwe yên pîroz biparêzin, werin em dakevin qadan. KCÊ-E di dawiya daxuyaniya xwe de ban li hemû gelê Kurdistanê û dostên wan kir ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava dengê xwe bilind bikin.