Karesata Rostockê li Krefeldê hate protestokirin

Êrîşên nijadberestiyê yên rastgirên nijadperest beriya 30 salan li bajarê Rostock ê Elmanyayê kirîn, li bajarên Krefeldê bi çalakiyekê hate prostokirin.

Êrîşên bi nijadperestî yên komeke rastgir ên bi ser wargeheke penaberan ên 30 sal berê li bajarê Rostock ê Elmanyayê, bi çalakiyekê li bajarê Krefeldê hatin protestokirin.

Meha Tebaxê ya sala 1992’yan li bajarê Rostock ê Elmanyayê komek rastgir a nijadperest girtibû bi ser wargeheke penaberan û ew dabû ber agir. Bi boneya salvegera nijadperest a li dijî penaberan li bajarê Krefeldê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Bundnîs fur Toleranz ûnd Demokratîe e.V (Tifaqa Xweşbînî û Demokrasiyê ya Krefeldê eV) ve hate organîzekirin. Her wiha saziyên Seebrucke Krefeld, dîe Parteîş dîe Lînke Krefeld, deûtsch- Kurdîscher Freûndschaftsvereîn Krefeld, DÎDF Krefeld, WN-BDA Krefeld, Fluchtlîngsrast Krefeld e.V. Amnesty Înternatîonal tev li çalakiyê bûn.

Çalakger ji bo balê bikêşin ser nijadpererstiya li dijî penaberan pankart vekirin û axaftinên li dijî nîjadperestiyê kirin.