Kampanyaya nameyan a ji bo girtiyên siyasî didome

Kampanyaya nameyan ku Nûnertiya Ewropayê ya HDP'ê bi banga ''Azadî bi dîwarên girtîgehan nikare were astengkirin'', ku 15'ê Kanûnê hatî destpêkirin bi tevlêbûna navnetewî didome.

Ji bo ku balê bikişînin ser girtiyên siyasî yên li Tirkiyê, Nûnertiya Ewropayê ya HDP'ê bi banga ''Azadî bi dîwarên girtîgehê nikare were astengkirin'' 15'ê Kanûnê kampanyaya nameyan da destpêkirin. Kampanyaya ku adrêsa 20 jê jin û 20 jê mêr ên HDP'yiyên hilbijartî hatî parvekirin, bi gotina Nîetzsche ''Nameyek, serdaneke bêagahdarkirinê ye'' dest pê dike. Bi çarçoweya kampanyayê ku bi banga, ''Piştevanî xurt dike. Hûn jî bêyî agahdarkirinê dikarin serdana gritiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bikin'', heta niha ji gelek welatên Ewropayê gelek siyasetmedar, wekîl, şaredar û aktivîstan name ji ji girtîgehan re şandin.

Nûnerê Ewropayê yê HDP'ê Devrîş Çîmen diyar kir kampanya her ku diçe geş dibe û got, ''Heta niha gelek siyasetmedar, parlamenter, şaredar, hunermend û dostan ji me re ragihand ku name şandine. Di serî de ji Fransa, Swîsre, Elmanya, Italya, Katalonya, Welatê Baskê, Swêd, ji Norwêç, Danîmarka, Ingiltere, Skoçya, Îrlanda, Hollanda, Belçîka, Italya, Yewnanîstan û Ewûstûryayê gelek parlamenterên dost, aktivîst, siyasetmear, hunermendan bihistyarî nîşan dan û name şandin. Ev bihistyarbûn nîşaneya piştevaniyê ye û pir hêja ye.''

Mirov dikare ji vê adrêsê xwe bigihîne banga bi Ingilî ya kampanyaya nameyan a, ''Azadî bi dîwarên girtîgehan nikare were astengkirin.''