Jinan têkildarî dagirkeriya Tirk dosyayek pêşkêşî Partiya Keskan kirin
Jinên ciwan ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Berlînê dosyayek pêşkêşî Parlamentera Partiya Keskan Canan Bayram kir.
Jinên ciwan ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Berlînê dosyayek pêşkêşî Parlamentera Partiya Keskan Canan Bayram kir.
Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst, ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê li ber buroya Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Elmanyayê Canan Bayram a li paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev.
Jinên ciwan li ber buroyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê birawestînin” berz kirin.
Jinan dosyaya ku ji bo şikandina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna bombeyên nukleerî yên taktîkî amade kiribûn, radestî Parlamentera Keskan Canan Bayram kirin.