Ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê
Hevserokê CDK-S Îsmaîl Kardaş û Hevseroka NCDK a Baselê Zeynep Kayra ji bo meşa dirêj a li Baselê banga tevlîbûnê kirin.
Hevserokê CDK-S Îsmaîl Kardaş û Hevseroka NCDK a Baselê Zeynep Kayra ji bo meşa dirêj a li Baselê banga tevlîbûnê kirin.
Kurdistaniyên ku her sal di 15'ê Sibatê de komploya navneteweyî şermezar dikin, çalakiyên cihêreng û meşên dirêj li dar dixin.
Îsal jî Kurdistanî tevî dostên xwe ji du baskan ve ber bi Strasbourgê dimeşin. Baskekî meşê wê ji Elmanyayê, baskê din jî ji Swîsreyê bi rê bikeve. Baskê Elmanyayê wê ji enternasyonalîstan, baskê Swîsreyê jî ji tevgera ciwanan pêk were.
Ji bo meşa dirêj a ku 6'ê Sibatê li bajarê Baselê yê Swîsreyê dest pê bike, kar tên kirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Zeynep Kayra ji bo meşê banga tevlîbûnê kirin.
Kardaş diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad nebe wê Kurd ti carî nesekine û got, "Rêberê me sala 1999'an bi komployeke navneteweyî ji Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bi gotina Rêberê me, li 'Çarmixa serdema nûjen' hate xistin. Ji sala 1999'an û vir ve di nava 23 salan de Kurd li her qadê li ber komployê rabûn û her carê ev dijberiya xwe nîşan dan. Diyar kirin ku ew komployê qebûl nakin û wê qebûl nekin. Di sala 23'an a komployê de Kurd hîn jî bi heman hestê komployê qebûl nakin û bi heman hêrsê li dijî komployê têdikoşin. Heta ku Rêberê me azad bibe ev hêrsa me wê dewam bike. Em ê ti carî xwe ji têkoşînê venegirin."
'KURD TEVÎ DOSTÊN XWE DIVÊ TEQEZ TEVLÎ BIBIN'
Kardaş got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' ye ku tevger û rêxistina me beriya du salan dan destpêkirin, çalakiyên me dewam dikin. Ev çalakiyên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Di vê çarçoveyê de bi taybetî tevgera me ya ciwanan meşên dirêj li dar dixe. Meşa dirêj îsal di 6'ê Sibatê de li bajarê Baselê yê Swîsreyê destpê dike û di 12'ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngekê bi dawî dibe. Em bang li gelê xwe yê li Swîsreyê û dostan dikin ku tevlî meşa dirêj bibin. Bi pêşengiya tevgera me ya ciwanan ev meşa ku bê lidarxistin gelekî girîng e. Em nîşanî cîhanê bidin ku komploya navneteweyî ti carî qebûl nakin."
Hevseroka NCDK a Baselê Zeynep Kayra jî ji bo meşa ku wê di 6'ê Sibatê de dest pê bike banga tevlîbûnê kir.
Kayra got, "Baskekî meşa dirêj a îsal wê ji vir dest pê bike. Di serî de gelê me û dostên me yên li Baselê em bang li Kurdistanî û dostên wan ên li tevahiya Swîsreyê dikin ku li ber vê komployê rabin. Divê em dengê xwe bilind bikin ku komploger ji xwe şerm bikin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku tevlî vê meşa bi pêşengiya tevgera me ya ciwanan bibin."