Ji bo Ferhad Şiblî li Lînzê taziye hat danîn

Ji bo Ferhad Şiblî yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Kelarê ya Silêmaniyeyê şehîd bû, li bajarê Lînzê taziye hat danîn.

Li bajarê Lînz ê Awusturyayê, ji bo Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê şehîd bû, taxiye hat danîn. Ji çar aliyên Awusturyayê gel serdana sersaxiyê kir. Nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kongra Star, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan tev li sersaxiyê bûn.

Li sersaxiyê ewilî siyasetmedar Hozan Botan ê tev li taziyeyê bû, axivî û wiha got: “ Em yên weke bi salşan mil bi mil li Garê, zindanan, Werxelê û li Kobaniyê têkoşiyan. Em li ser rêça berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, soz didin ku em ê ruhê yekîtî û azadiyê li Ewropayê jî ava bikin. Em cardin soz didin Şehîd Ferhad û 41 hezar şehîdên xwe; em ê faşîzm û selefîtiyê têk bibin, xiyaneta li Kurdan tê kirin em ê bi dawî bikin, wê lewazî têk biçe, xeta Rêber Apo û şehîdan wê bi ser bikeve. Ji bo vê yekê em di şexsê dayika Şehîd Ferhad de soza ku em ê azadiyê ji dayikên şehîdan û mirovahiyê re bînin, didin.’’

Piştî axaftinan xwişka Şehîd Ferhad Şiblî û xizmên wî sersaxî qebûl kirin.