Ji bo Dilxwaz Gabar li Darmstadtê şîn hat danîn
Ji bo Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Darmstadtê şîn hat danîn.
Ji bo Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Darmstadtê şîn hat danîn.
Ji bo Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar (Mehmet Dogan) ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Darmstadt yê Elmanyayê şîn hat danîn.
Kurdistaniyên li Darmstadtê dijîn bi komî serdana cihê şînê kirin. Ji bo bîranîna şehîdan xwarin hat dayîn. Kurdistaniyan sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Ji bo Şehîd Dilxwaz Gabar wê sibe li navnîşana Staudingerstrasse 7, 64293 Darmstadtê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk merasîma bîranînê bê lidarxistin.