Ji bo azadiya Kenan Ayaz kampanya îmzeyan hate destpêkirin
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê li Qibrisê girtî ye û biryara radestkirina ji bo Elmanyayê têkildarî wî hatiye dayin, dest bi kampanya îmzeyan kir.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê li Qibrisê girtî ye û biryara radestkirina ji bo Elmanyayê têkildarî wî hatiye dayin, dest bi kampanya îmzeyan kir.
Kenan Ayaz di 15'ê Adarê de ji bo serdana malbata xwe ya li Swêdê bike, dema ku dixwest ji balafirgeha Larnaka bi rê bikeve, ji aliyê polîsên Qibrisê ve bi biryar û daxwaza dewleta Elmanyayê ya ji bo girtinê hatibû destgîrkirin.
Ji bo rawestandina biryara têkildarî Ayaz nerazîbûn dewam dikin. Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî mijarê dest bi kampanyayeke îmzeyan kir.
Di metna kampanyayê de hate gotin, "Kenan Ayaz demeke dirêj e di nava siyaseta Kurd de ye û ji ber nasnameya xwe ya siyasî li Tirkiyeyê 12 salan girtî hate hiştin. Ji sala 2013'an û vir ve li Qibrisê dimîne û penaberekî naskirî ye. Di 15'ê Adarê de li Balafirgeha Larnakayê hate girtin."
Bi dewamî hate ragihandin ku Ayaz qala 'têkiliya xurt' a navbera Elmanya û dewleta Tirk a faşîst kir û îdîayên terorê yên dadgeriya Elman red kir û hate gotin, "Parêzer diyar kir ku li dijî radestkirinê wê serî li dadgeheke bilindtir bide. Dadgeha ceza ya Qibrisê divê di nava deh rojan de li ser rastiyan biryara xwe bide.
Li dijî radestkirina ji bo hevkarê dîrokî yê Tirkiyeyê em îmzeyan kom dikin.
Azadî ji girtiyên siyasî re.
Azadî ji Kenan Ayaz re."
Bi rêya vê lînkê beşdarî li kampanyayê dikare bê kirin: