Ji 7 kesên ku çûne Yewnanistanê agahî nayê girtin

Ji 7 aktîvîstên Kurd ên ji ber zext, tundî, êşkence û polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Tirk a dagirker, danê sibehê çûne Yewnanistanê tu agahî ji wan nayê girtin.

Hate hînbûn ku ji 7 aktîvîstên Kurd ên di nav de rojnameger, endamên Tevgera Jinên Azad û redkarên wijdanî hebûn, ji ber zext û polîtîkayên zilmê yên dewleta Tirk ji Tirkiyeyê reviyan û çûn herêma Orestîadayê ya Yewnanistê bi saetane tu agahî ji wan nayê girtin.

Herî dawî jî yek ji aktîvîstan Îbrahîm Tanriover, li ser Twitterê agahiya ku ew hatine herêma Orestiada ya Yewnanîstanê parve kir, xuya ye ku ji rayedarên Yewnanistanê xwestiye ku wan radestî rejîma Erdogan nekin û daxwaza wan a penaberiyê bê qebûlkirin.

Piştî ku Tanriover xwe da nasîn, hat fêmkirin ku aktîvîst Îbrahîm Tanriover, Zana Aksû, Can Karadenîz, Remziye Karadeniz, Songul Bozkûrt, Taylan Ûrûl û Mazlûm Asker in.

Îbrahîm Tanriover li ser navê hevalên xwe, ev tişt parve kir: “Ez bi 6 hevalên xwe re ji ber zext, êşkence û girtinên keyfî yên desthilatdariya li Tirkiyeyê reviyan û em di şert û mercên zehmet de hatin herêma Orestiada ya Yewnanîstanê. Daxwaza me ji rayedar û saziyên Yewnanistanê ew e ku bila me radestî rejîma dîktator Erdogan ku tu hiqûqan nas nake û ewlehiya canê me lê nîne, nekin. Ji kerema xwe daxwaza me ya penaberî û alîkariyê qebûl bikin.”