Hefteya 532'an a Nobeda Azadiyê: Li ber tecrîdê rabe

Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 532'an de bi jinan dewam dike. Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û xwestin, parêzer karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin.

Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di hefteya 532'an de ye.

Çalakiya ku li nêzî saziyên Ewropayê tê lidarxistin, her hefte bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) yên ji bajarê Bremenê ne.

Çalakgerên vê hefteyê Xezal Yalçin, Aynûr Kiliç, Xecê Aslan, Selma Koç û Emîne Demîr e.

Berdevka komê Xezal Yalçin bi navê komê daxuyanî da û got, "Weke ku tê zanîn zêdeyî 10 sal in em li vê derê ji bo edaletê nobedê digirin. Ji bo Abdullah Ocalan li Strasbourgê li pêşiya Konseya Ewropayê ne. Çend sal in destûr nayê dayin ku ne malbata wî ne jî parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin. Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Rêberê 40 milyon Kurdî ye. Lîderê her kesî mafên bingehîn ên gelê xwe, mafên ziman, çand û nasnameyê bi rengekî azad li derve diparêze, lê mixabin Rêberê Kurdan 23 sal in li Girava Îmraliyê dîl tê girtin. Ne bi rêyên hiqûqî ne jî bi rêya malbata wî em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin."

'EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME AZAD BIBE'

Xezal Yalçin fikarên xwe yên li ser mijarên tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan anî ziman û destnîşan kir ku heta azad nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Xezal Yalçin got, "Em bi fikar in, bi guman in. Lewma em daxwaza edaletê û mafên mirovan dikin. Beriya her tiştî em dixwazin Rêberê me azad bibe. Eger Abdullah Ocalan azad nebe meseleya Kurd çareser nabe. Meseleya Kurd meseleyeke mezin e û sed sal in di nava sînorên çar dewletan de çareser nabe."

'ME DI FELSEFEYA ABDULLAH OCALAN DE AZADIYA JINÊ DÎT'

Aktîvîsta TJK-E'yê destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê gelekî girîng e. Xezal Yalçin nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî da û helwesta dewleta Fransayê ya li hemberî aktîvîstên li Nobeda Azadiyê rexne kir. Yalçin got, "Em bi hevalên xwe re di nobeda edaletê de ne. Em ê hefteyekê li vir nobedê bigirin. Me di felsefeya Rêbertî de azadiya jinê dît. Ji ber vê yekê banga me li jinan û tevahiya mirovahiyê ye, bi taybetî jî em bang li Konseya Ewropayê dikin. CPT li kêleka me ye, Parlamenta Ewropayê li paş me ye û em di nobeda edaletê de ne. Em dipirsin bê edalet li ku ye. Bi taybetî dewleta Fransayê, tevî ku mirov li vê derê 10 sal in ji bo demokrasî û edaletê nobedê digirin, cihekî ku nobedarên edaletê karibin lê bimînin nedaye. 11 sal in nobeda edaletê dewam dike. Ji bo demokrasiyê şerm e, ji bo mirovahiyê şerm e. Bi taybetî ji bo dewleta Fransayê şermeke mezin e. 11 sal ne kêm e. Îro li gel me diviyabû şaredarên wan, hiqûqnasên wan, parêzvanên wan hebûna. Kesên ku daxwaza mirovahiyê, demokrasî û wekheviyê dikin diviya bû rojane serdana me bikira."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK'

Xezal Yalçin anî ziman ku azadiya gelê Kurd bi yekîtiyê dibe û wiha dewam kir, "Eger em nebin yek, eger em xwedî li hev dernekevin wê kes mafê me nede me. Em destpêkê xwedî li mafên xwe derkevin, piştre derdorê ji bo edalet, mirovahiyê û demokrasiyê vexwînin. Li ser vê bingehê em dibêjin ku heta Serok Apo azad nebe, meseleya Kurd ti carî çareser nabe."

'DEWLETÊN EWROPAYÊ ÇIMA LI HEMBERÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÊDENG IN?'

Xezal Yalçin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir, bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê, bi taybetî jî saziyên navneteweyî yên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û got, "Bi rojan e çekên kîmyewî, gazên sarîn li ser gelê me têne barandin. Li Rojava rojane bombe li ser gel têne barandin. Li Garê rojane bombe têne barandin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên bi jehr têne bikaranîn. Lê belê ev dewletên ku xwe bi demokrasiyê pênase dikin, yên ku qaşo mirovahiyê diparêzin, hiqûqê diparêzin, her wiha mafên heywanan diparêzin çavên xwe ji Kurdan re digirin, ji nedîtî ve tên."

'DIVÊ RÊBERÊ ME KARIBE HEVDÎTINÊ BIKE'

Aktîvîsta TJK-E'yê herî dawî bang kir ku her kes li ber tecrîdê rabe û got, "Em bang li her kesên demokrat dikin. Bi taybetî jî bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên pêşketî dikin; bikin ku parêzer karibin Rêberê me bibînin. Mafê hevdîtina bi malbatê re ya girtiyan mafekî rewa ye. Ev maf ji bo me nayê naskirin. Çima ev dewlet bêdeng in? Em bêdengiya dewletan şermezar dikin. Heta ku em sax bin em ê bi Rêberê xwe re bin."