Gerîlaya YJA Star’ê Berîvan Onal li Bernê hat bibîranîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Ararat Zerzan (Berîvan Onel) a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Bernê ya paytexta Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo gerîlaya YJA Star’ê Ararat Zerzan (Berîvan Onel) a ji ber lêxistina birûskê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Komeleya Çanda Kurd a Bernê ya Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Ji gelek derên Swîsreyê Kurdistanî û malbata şehîdê tev lê meresimê bûn. Li salona ku bibîranîn lê hat lidarxistin wêneyên Onelê hatin daliqandin. Merasîm, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Zagros Garzan ê di bibîranînê de axivî, got ku tiştê dikeve ser milên wan ew e ku li mîrateya şehîdan xwedî derbikevin û têkoşîna wan geş bikin. Garzan destnîşan kir ku şehîd, rûmeta gelê Kurd in û diyar kir ku hemû destkeftiyên Kurdan bi saya şehîdan hatine bidestxistin. 

Asmîn Engîn a li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivî, gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û bi taybetî di berxwedana li Zapê de şehîd bûne bi hurmet bi bîr anîn. Engîn, anî ziman ku ev sedsal ji bo gelê Kurd bibe xwedî statu sedsalek a pir giring e û îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk, êrîşê nirxên gelê Kurd dike û divê di vê pêvajoyê de her kes berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne.

Nûnerê Yekîtiya Suryanên Ewropayê Suleyman Albert Rûvahî jî ragihand ku ji bo bidawîkirina hişmendiya paşverû têkoşîn şert e. Rûhavî bilêv kir ku ew ê bi hev re dawî li vê reştariyê bînin. Rûhavî yê bi Suryanî jî axivî, da xuyakirin ku berpirsyariya jinên Kurd digirin ser xwe ji hemû gelan re dibe hêvî.

Piştî axaftinan, helbestên ji bo Ararat Zerzanê hatine nivîsîn û hin beş ji rojnivîska wê hatin xwendin.

Bibîranîn, bi temaşekirina sînevîzyona di derbarê Ararat Zerzanê de bi dawî bû.