Endamên NCDK’ê yên Berlînê Nobeta Azadiyê wergirtin

Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê ji aliyê Endamên NCDK’ê yên Berlînê ve hate girtin.

Înisiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di sala 11’emîn de didome.

Nobeta Azadiyê ku li cihê hevpar yê saziyên Ewropayê li hev dicivîn de dewam dike, ket hefteya 527’emîn. Kurd û dostên wan yên li Ewropa her hefte Nobeta Azadiyê dewr digrin. Di vê hefteyê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên ku ji paytexta Elmanya Berlînê hatin, nobet dewr girtin.

Li komê Huseyîn Yilmaz, Weysî Orûç, Neşhwan Harîkî, Fewzî Efrînî cih digrin. Huseyîn Yilmaz li ser navê komê axivî û şoreşa Rojava li gelê Kurd û gelên li şoreşê de cihê xwe girt, pîroz kir. Yilmaz, bal kişand ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo rakirina tecrîdê bang li saziyên Ewropayê kir ku erkên xwe cih bînin.