Elmanya dixwaze Heybet Şener dersînor bike!

Elmanya dixwaze penaberê Kurd Heybet Şener ê ku Tirkiye bi bultena sor lê digere û cezayê girtîgehê û biryara girtinê der barê wî de heye, dersînor bike.

Heybet Şener ê ji navçeya Gimgim a Mûşê ye ji sala 2018’an ve li Elmanya penaber e. Şener ê ku ji ber dozên der barê wî de hatibûn vekirin neçar ma ku ji welat derbikeve. Şener, ji bo dirêjkirina rûniştinê çû midûryeta biyanan û wir ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Şener, ji bo were dersînor kirin li Balefirgeha Munîhê tê girtin.

Tê payîn ku sibê Şener, bi balefirekê bişînin Stenbolê. Şener anî ziman ku eger wî bişînin Tirkiyeyê wê were girtin.

Şener, di sala 2014’an bi hinceta beşdarî çalakiyên Kobanê bûye hate destgîrkirîn û bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye“ hate girtin. Piştî demek dirêj bi kontrola edlî hat berdan. Her dawî der barê Şener de bi hinceta “Heqaret li serokomar kiriye“ û “Ziyan daye malê cemaweriyê“ doz lê hat vekirin.  

Şener ku ji 5 dozên ku di navbera salên 2017-2020'an de li Mêrsîn û Mûşê hatin vekirin, 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Der barê Şener de lêgerîna bultena sor heye û ji bo wî bi dehan sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha der barê wî de 3 caran biryara 'derveyî welat' jî hatiye dayîn.

Daxwaza penabertiya Şener, du caran li bajarê Munîh yê Elmanyayê hate redkirin. Li gel ku dadgehê serlêdana Şener a penaberiyê red kir û biryara welatê wan terk bike jî da. Her wiha îtîraza parêzer a li ser biryara terikandinê jî red kir.

Şener ê ku di 2'ê Sibatê de li ser banga "Rûniştina we qediya, werin dirêj bikin" çû Midûryeta Biyaniyan, dema pêvajoya hiqûqê dewam dikir hat destgirîrkirin.

WÊ SIBÊ BIŞÎNIN TIRKIYEYÊ!

Ji bo Şener ê ku ji bo dersînorkirinê şandin balafirgeha Munîhê, ji bo sibe saet 13.45‘an de bilêta wî ya Stenbolê jî hat birîn.

Şener, duh li dijî biryara dersînorkirinê dest bi greva birçîbûnê kir û got: "Li Tirkiyeyê ez bi fikarim ku wê tiştek bi serê min bê. Ji bo ku ez neçim Tirkiyeyê ez ê li ber xwe bidim û ez ê li dijî vê bêhiqûqiyê bitêkoşîm.“