Elmanan careke din berê xwe dan bikaranîna komirê

Piştî ku bi şerê Ûkraynayê re buhayê gazê zêde bû, Elmanan careke din berê xwe dan bikaranîna komirê, ku hawirdorê gelekî qirêj dike.

Meha Sibatê bi şerê Ûkraynayê re buhayê gazê gelekî zêde bû. Gelek şêniyên Elmanyayê ku ji bo zivistanê di nava fikaran de ne, dest bi stokên komirê kirin.

Li gorî medya Elman, li herêmeke pîşesaziyê ya li başûrê paytext Berlînê, daxwaza ji bo kirîna komirê gelekî zêde bû.

Li paytext Berlînê ji 1.9 milyon avahiyan 5 hezar heta 6 hezar jê ji şer û vir ve hînê nehatine nûkirin û bi komirê têne germkirin.

Beriya niha bi 30 salî temamiya şêniyên paytextê ji amûrên germkirinê yên modern bêpar bûn. Lê belê sobeyên komirê ku weke bermahiyek ji şer tê pênaskirin, tê payin ku îsal zivistanê careke din bêne bikaranîn. Hawirdorparêz demeke dirêj e dixwazin ev madeya ku hawirdorê gelekî qirêj dike, bê qedexekirin.