Ekîn Tolhildan û Mihyedîn Gulo li Grevenbroicheyê hatin bibîranîn

Şehîdê Avaşînê Ekîn Tolhildan û şehîdê Qamişloyê Mihyedîn Gulo bi merasîmekê li Grevenbroicheyê hatin bibîranîn.

Di şexsê gerîlaya YJA Star’ê Ekîn Tolhildan a meha Hezîranê ya sala 2022’yan şehîd bû û Şervanê Hêzên Parastina Cewherî Mihyedîn meha Tebaxê di encama êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk a bi ser Qamişloyê de şehîd bû, şehîdên Zap, Avaşîn, Metîna û Qamişloyê, li bajarê Grevenbroicheyê hatin bibîranîn.

Di merasîma bibîranînê de li ser navê Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) axaftineke kin hat kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî Gerîlayê Azadiyên bi kart tîne nayê qebûlkirin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku dewleta Tirk, bi piştgirî û erêkirina NATO’yê îmha ji xwe re kiriye armanc. Bi domdarî wiha hate gotin: “Divê gelê Kurd, xwedî li ewladên xwe yên bi berxwedanek bê hempa li dijî vî şerê qirêj şer dikin derbikeve. Roj roja xwedî derketina li gerîla ye. Divê her kes tiştê dikeve ser milê wî bike û berpirsyariya xwe bi cih bîne.“

Xizmê/a Mihyedîn Gulo ku di bibîranînê mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku yên li dijî zilma dijmin serî li xiyanetê bidin ne dîrok wan efû dike ne jî xelk û got: “Ne xiyanet lê berxwedan azadiyê bi xwe re tîne.“

Li ser navê malbata Şehîd Ekîn Tolhildan jî axaftin hat kirin û hate gotin ku rêya xwedî derketina li şehîd, ji cihê ku hiştiye dewamkirina li têkoşînê ye.