Dora poşman nebû, ceza lê hat birîn
Mazlûm Dora ku ji xala 129b ya Zagonên Ceza yên Elman dihat darizandin, ji endamtiya PKK’ê bi 3 sal û 3 mehan hat cezakirin.
Mazlûm Dora ku ji xala 129b ya Zagonên Ceza yên Elman dihat darizandin, ji endamtiya PKK’ê bi 3 sal û 3 mehan hat cezakirin.
Rûniştina biryardayînê ya doza Mazlûm Dora ku ji meha Gulanê ya sala 2021’ê heta bi niha di Girtîgeha Stammheîm de ku li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ye, girtî ye, 25’ê Nîsanê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya li Olga Strasseyê hat kirin.
DOZ NE POLÎTÎK BÛYE!
Serokê dadgehê diyar kir ku gotina ‘ev doz dozeke polîtîk e’ ne rast e û got: “Em ne siyasetmedar in, biryarên polîtîk nadin. Biryaran li gor hiqûqê didin.“
Serokê dadgehê anî ziman ku di van lêpirsînan de guhdarîkirina li telefonê, dîmenên vîdeoyan, guhdarîkirina li şahid û kesên pispor, li gor Zagona Parastina Makezagonê dewam dike û bi gotina “Mazlûm, di parastina xwe de ku têkildarê vê dozê ye, bi helwesteke cuda rabibûya, biaxiviya wê ji zû ve azad bibûya“ anî wê maneyê ku ji ber Dora poşman nebûye, hatiye cezakirin.
‘TE DIKARÎ JI XWE RE JIYANEKE DIN BIJIYA’
Dadgêrê Senatoya Ceza ya 7’emîn, got: “Sûdê ji derfetên dewlet dide, wernagirî, bi ser de li ber dewletê radibî. Li gor agahiyên xebatkarên pêbawer ên dewletê dane û te tu xebatên têkildarê te tên îdiakirin, înkar nekirin. Lê te dikarî li Elmanyayê ji xwe re bi awayekê din bijiya. Helbet, em nikarin li fikir û xebatên te tu bandorê bikin lê ger tu ji ber xebata xwe poşman bibûya, tu yê heta bi niha azad bibûya.“
PARÊZER: DOZ BI TEMAMÎ KÊFÎ Û SIYASÎ YE
Parêzerên dozê jî, da xuyakirin ku muzîk, gotina stranan, tevlêbûyîna çalakiyê zagonî ya Dora, di çarçoveya ‘çalakiyên terorê‘ de nirxandine û got: “Di meşekê de xistina li defê jî xistine çarçoveya 129b’yê Ev biryar bi temamî kêfî û siyasî ye. Xebatên çandî, siyasî yên zagonî dixin nav çarçoveya 129b’yê û krîmînalîze dikin. Gava darizandinê di dadgehê de tu delîlekê îdia pê rast derbikeve nehatiye dîtin’’ û da zanîn ku ji bo xwenerazîkirina li ber biryarê wê serlêdanê bikin.“