Di rojekê de 4 hezar û 200 îmze berhev kirin
Li bajarê Paphos, Lîmasol û Larnaca yên Qibirisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 4 hezar û 200 îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Paphos, Lîmasol û Larnaca yên Qibirisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 4 hezar û 200 îmze hatin berhevkirin.
Li Kurdistan, Ewrûpa û seranserê cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de îro li cihên herî qelebalix ên bajarê Paphos, Lîmasol û Larnaca yên Qibirisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, stand hate danîn û di rojekê 4 hezar û 200 îmze hatin berhevkirin.
Berdevkê Komîsyonê Kamîl Akalin da zanîn ku ew ê di demeke kin de li ser xebata xwe bi berferehî daxuyaniyê bidin û got: ‘’Hedef 60 hezar îmze ne lê em ê hedefeke din bidin ber xwe û ji berê bêhtir bi kampanyayê re mijûl bibin.“