Di mîhrîcana li dijî nijadperestiyê de Şoreşa Rojava hat silavkirin

Mîhrîcana li dijî nijadperestiyê ya li Hannoverê bi hezaran kes tev lê bûn, bi silavkirina Şoreşa Rojava dest pê kir û gelek eleqe ji bo “Pêşangeha Bîrê“ ya endamên Women Defend Rojava vekir, hat nîşandan.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, mîhrîcana “li dijî faşîzmê“ ku Înîsiyatîfa ASTA ya li Zanîngeha Leîbnîtzê her sal organîze dike, bi silavkirina Şoreşa Rojava dest pê kir.

Eleqeya ji bo “Pêşengeha Bîrê“ û standa ku endamên Womend Defend Rojava li mîhrîcana bi hezaran kes tev lê bûn, gelek bû. Li mîhrîcanê piştî belavkirina danezanên bi Elmanî, Îngilizî, Tirkî û Kurdî ji bo kampanyaya rakirina qedexeyê ji ser PKK’ê, îmze hatin berhevkirin.

Li mîhrîcana Meclîsa Gel a Hannoverê û Meclîsa Jinan Ronahî jî stand danîn, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin teşhîrkirin. Bi sedan belavok hatin belavkirin û bi sedan îmze hatin berhevkirin.