Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de Kemal Pîr hat bibîranîn

Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de ji qadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr hat bibîranîn û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve dewam dike. Vê hefteyê ji qadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr ku di 7’ê Îlona 1982’yan de li girtîgeha Amedê şehîd bû, hat bibîranîn. Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de wiha hate gotin: “Bi qasî ku gelê Kurd be, em ê li dijî dagirkerî û komkujiya dev ji Rêbertiya azad û Kurdistana azad ber nedin.”

Di serî de Kemal Pîr di şexsê gerîlayên bi navê Kayhan Kartal (Kemal Pîr) û Okkeş Deverî (Kendal Pirsûs) ên ku roja 21’ê Hezîrana 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, deqeyek rêz hat girtin.

Ji Meclîsa Gelê Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy di çalakiyê de axivî. Atasoy di destpêka axaftina xwe şehîd bi bîr anîn û wiha pê de çû: “Ev dem wê ji bo gelê Kurd bibe sala fînalê. Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla têk çû, îro bi hevkariya hêzên xiyanetkar bi hemû hêza êrîşê qadên me yên azadiyê dike. Gerîlayên me li dijî van êrîşan bi piştgiriya gelê Kurd, li dijî van êrîşan berxwedaneke bê hempa nîşan dide.

PDK’ê, ji bo berjewendiyên malbatekê, xiyanet li gelê xwe kir. Îro hevalên me dîl digirin û bi dewleta Tirk re dikevin hevpeymanê. Em li vir dubare dikin ku divê PDK demildest dev ji vê xeta xiyanetê berde û nekeve di xwîna zarokên gelê Kurd de.”

‘HOVÎTÎ LI DAYÎKAN TÊ KIRIN’

Piştî Atasoy Hevseroka din Mulkiye Aşirbaev di axaftina xwe de bang li çalakgeran kir û got ku dewleta Tirk di êrîşên qirkirinê sînor nas nake û sûcên nû li ser sûcên xwe yên şer zêde dike.

Aşirbaev anî ziman ku di tu hiqûqa şer de cenaze di nava kîs de nehatiye radestkirin û wiha got: “Hûn li tu dera cîhanê nabînin ku hestiyên zarokekî di nava kîs de radestî dayikekê yan bavekî bê kirin, ev hovîtî ye. Em ê li dijî vê hovîtiyê dev ji gotina Rêbertiya Azad û Kurdistana azad bernedin.

Tevî ku PDK îro van hemû tiştên diqewime dibîne, îro bi peymana bi dewleta Tirk re zarokên me radestî wan dike. Erê bi Kurdî diaxivin lê ev dijminên Kurdan e. PDK ev dijminahî bi xiyanetê derxist holê û bê ku şerm bike destkeftiyên gelekê tenê ji bo berjewendiyên malbatekê feda kir. Em ê li dijî vê xiyanetê her tim bibêjin ‘Bimire xiyanet, Bijî Serok Apo, Bijî Gerîla’.“

Piştî axaftinan Kurdistaniyan bê navber dirûşm berz kirin û li çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir.