Kurdistaniyên li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve her roja Çarşemê li ber ofîsa NY’ê tên ba hev û çalakiya rûniştinê lidar dixin.
Çalakiya vê hefteyê di serî de lehengên Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Riza Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku ew ê xeyalên şehîdan ên azadiyê pêk bînin û wê xwedî li mîrateya wan derbikevin.
Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê jî Mulkiye Aşirbaev jî lehengên Pêngava 15’ê Tebaxê bi bîr anî. Aşirbaev bal kişand li ser têkoşîna gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a hedef dike ku bi çekên teknolojîk gelê Kurd û gerîlayan tune bike, li her qadê xwedî li berxwedana gerîlayan derbikevin.”
Piştre Kurdistaniyan di çalakiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayik guhdar kirin û ji bo merasîmên ku bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li Swîsreyê wê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.