Çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam dike.
Di çalakiya rûniştinê ya ji 24’ê Çileyê 2021’î heta bi niha her roja Çarşemê berdewam dike de, vê hefteyê, di şexsê Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo (Gulistan Osman) a pê re şehîd bû de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.
Li ser navê çalakvanan Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy axaftinek kir. Atasoy, piştî bibîranîna Delal Nûrhak û Zîlan Qamişloyê ev tişt got: “Dewleta Tirk a faşîst ku Rêbertiya me dîl girtiye, dest bi pêvajoya qirkirina gelê Kurd kiriye. Em ê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li çar parçeyên Kurdistanê, bi esas girtina gerîlayên Kurd û gelê xwe bi bin bixin û Rêbertiya xwe azad bikin.“
Atasoy, banga tevlêbûna 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê bi şiara “Statu ji Kurdistanê re, Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re“ 17’ê Îlonê li Holandayê bê lidarxistin kir.
Piştî axaftina Atasoy, çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Her wiha ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorî“ îmze hatin berhevkirin.