DGB a Îngilistanê êrîşên dagirkeriyê protesto kir
Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Îngilistanê bi boneya 1’ê Îlonê li ber avahiya serokwezîriyê hatin be hev û polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Îngilistanê bi boneya 1’ê Îlonê li ber avahiya serokwezîriyê hatin be hev û polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Îngilistanê ku Meclîsa Gelê Kurd, rêxistinên Elewî, Navenda Çanda Bi Sedan Gul Vebin û GÎK-DER jî di nav de, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li paytexta Îngilistan Londonê li ber avahiya Serokwezîriyê ya Downîng Streetê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bênavber “Terorîst Erodgan”, “Ji jenosîda Kurd re na”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Her wiha hat xwestin Îngilistan dev ji piştevaniya dewleta Tirk berde û hat destnîşankirin ku piştgiriya dewleta Tirk, hevkariya sûc e.
Di axaftinan de bal hat kişandin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên li qada navneteweyî wek sûcên şer tê qebûlkirin, bi kartîne û hat ragihandin ku artêşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê gelek qetlîaman pêk tîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de polîtkayên şer ên li dijî Kurdan hatîn destpêkirin, hatin şermezarkirin û li dijî polîtîkayên şer banga geşkirina têkoşînê hat kirin.
Di çalakiyê de belavokên têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin.
Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.